Şandeyên Herêma Kurdistanê diçin Bexdayê
Hewlêr (Rûdaw) - Çar şandeyên Herêma Kurdistanê ji bo çend mijarên cuda dê biçin Bexdaya paytexta Îraqê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeyek ji bo mijara meaşên meha Hezîranê û dahata navxwe diçe.
Herêma Kurdistanê berê ragihandibû ku diyarkirina 120 milyar dînarî wekî dahata navxwe ne yasayî ye.
Çavkaniyekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Wezîrê Darayiyê yê Îraqê Falih Sarî biryar daye ku 120 milyar dînarî wekî "beşa dahata navxwe" ji wî pereyî bibire ku ji Herêma Kurdistanê re dişîne.
Ev biryar Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixe nav tengasiyan çimkî niha dahata navxwe li gorî berê gelekî kêmtir e.
Heta niha beşek ji wan karmendên ku meaşên wan li ser dahata navxwe ne, meaşên meha Gulanê wernegirtine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo rêlibergirtina vê biryarê bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re di pêwendiyê de ye, armanc ew e ku Wezareta Darayî wî pereyî nebire.
Tê çaverêkirin ku îro şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dan û standinan biçe Bexdayê.
Mijara sereke ya civînan dê ew mîqdar be ku Bexda dixwaze.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 42 milyar dînarî ji dahata navxwe ji bo meaşên wan mamoste û karmendan terxan dike ku bi girêbest hatine damezirandin.
Eger Bexda 120 milyar dînarî bibire, ji bo meaşên meha Hezîranê kêmî çêdibe û dibe ku meaş dereng bikevin.
Şandeya duyem li ser mijara ASYCUDAyê diçe Bexdayê.
Her du alî gihîştine lihevtêgihiştinekê lê hinek xal mane ku biryara dawî li ser wan were dayîn.
Her wiha divê Encumena Aborî ya Îraqê li ser reşnivîsa peymanê deng bide.
Şandeya sêyem li ser mijara girtiyên siyasî diçe Bexdayê.
Lîsteya nêzîkî 25 hezar girtiyên siyasî ji bo wekhevkirina meaşên wan li cem hikûmeta Îraqê ye.
Beşeke zêde ya vê lîsteyê heta niha tenê kod wergirtine û meaşên wan nehatine şandin.
Hevkariya di warê tenduristiyê de
Şandeya çarem a Wezareta Tenduristiyê ye ku bi serokatiya Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî diçe Bexdayê.
Ew dê bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê Ebdulhusên Mûsewî û aliyên pêwendîdar re civînan bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê li ser rojeva serdanê got:
"Ev serdan ji bo berjewendiya giştî, tenduristî û mafên welatiyên Herêma Kurdistanê ye.
Armanc hevahengiyeke zêdetir û çareserkirina pirsgirêkên ragirtî ye."



