Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku wan li Bexdayê "plana kuştinê ya metirsîdar" têk biriye ku ji aliyê komeke girêdayî "Partiya Beasê ya qedexekirî" ve hatibû amadekirin.
Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di bin serpereştiya Serokê Dezgehê Ebdulkerîm Besrî de, hêzên wan li Bexdayê "plana tawankariyê ya metirsîdar" pûç kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ew koma ku li pişt vê planê bû, şaneyeke girêdayî "Komela Niştimanî ya Îraqî ya Rizgarkirin û Guherînê" bûye.
Dezgeha Asayîşa Niştimanî ev kom wekî "dûvikên Partiya Beasê ya qedexekirî" bi nav kir.
Dezgehê da zanîn ku "têkbirina planê piştî xebateke sîxuriyê ya dijwar, çavdêriya komê pêk hatiye."
Armancên planê kî bûn?
Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê eşkere kir, lêkolînên wan diyar kiriye ku endamên vê şaneyê qonaxa "teşwîq û gefan" derbas kiriye û gihîştine qonaxa "erkdayînê, diyarkirina armancan û dabînkirina çekan."
Li gorî planê, kesên ku dê bihata kuştin ev in:
Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Ebdulkerîm Besrî
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Niştimanî
Birêvebirê Asayîşa Bexdayê
Hinek efserên din ên dezgehê
Dezgeha Asayîşa Niştimanî da zanîn ku bi piştevaniya biryara dadwer, wan şopên endamên şaneyê peyda kirine û beriya ku karê xwe pêk bînin, tawanbar hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, wan dest danşye ser belge û çekên ku ji bo vê armancê hatibûn amadekirin.



