Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku ew îdiayên dibêjin hêzên Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê dest daniye ser tankereke petrolê ya Îraqê, ne rast in.
Wezareta Petrolê ya Îraqê îro di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva hinek nûçeyên di medya û medyaya civakî de da.
Di van nûçeyan de dihat îdiakirin ku "Îraq ji bo bikaranîna Tengava Hurmizê pereyan dide Îranê û ji ber vê yekê hêzên Amerîkayê tankereke petrola xav a Îraqê rawestandiye."
Wezaretê ev gotegot bi zimanekî tund red kir.
"Îdiayên asîlsiz in"
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku ev îdia bi temamî bêbingeh in û got:
"Nûçeyên ku dibêjin hêzên Amerîkayê tankereke petrolê ya Îraqê rawestandiye ji rastiyê dûr in."
Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Wezareta Petrolê ya Îraqê û Şirketa Bazarkirina Petrolê ya Niştimanî ya Îraqê (SOMO), di hinartina petrola xav û berhemên petrolê de bi tundî girêdayî hemû yasa û rêzikên navneteweyî ne.
Qasim Erecî: Tawanbariyeke bêbingeh e
Li aliyê din, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî jî ew îdiayên ku dibêjin "ji bo derbasbûna Tengava Hurmizê pere didin Îranê" derewandin.
Erecî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Wî bi bîr xist ku Îranê berê ragihandibû ku wan Îraq ji rêbezên derbasbûna Tengava Hurmizê efû kiriye.
Erecî ew îdiayên ku dibêjin Îraq pereyê derbasbûnê dide wekî "tawanbariyên ji rastiyê dûr û bêbingeh" bi nav kirin.



