Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Îranî eşkere kir ku di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de zêdetirî 20 trilyon û 540 milyar tumen (77 milyon û 166 hezar dolar) zerer gihîştiye binesaziya av û kanalîzasyonê ya welêt.
Tehran a ku li zêdetirî 200 xalên wê zerer çêbûye, li seranserê Îranê bû parêzgeha ku bîlançoya herî giran lê rû daye.
Alîkarê Kar û Barên Xebitandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Îranê Zulfiqar Mehdîzade îro di daxuyaniyekê de hûrgiliyên wêraniyên şerê dawî yên di sektora av û kanalîzasyonê de parve kirin.
Mehdîzade diyar kir ku li gorî texmînan di êrişên Amerîka û Îsraîlê de zêdetirî 20 trilyon û 540 milyar tumen (77 milyon û 166 hezar dolar) zerer gihîştiye binesaziya pîşesaziya av û kanalîzasyonê.
Wî da zanîn ku zerer gihîştiye depoyên avê, stasyonên şîrînkirina ava şor, stasyonên pompeyan û xetên veguhastinê.
Mehdîzade anî zimên ku ji ber şer nêzîkî 49 hezar abone bi metirsiya qutbûna avê re rû bi rû mane lê bi midaxeleyên ku hatine kirin di demeke kurt de dîsa av ji bo aboneyan hatiye berdan.
Senaryoyên qutbûna elektrîkê û pirsgirêka sotemeniyê
Mehdîzade bal kişand ser wê yekê ku tesîsên av û kanalîzasyonê yên li seranserê welêt zêdetirî 2 hezar megawat elektrîkê xerc dikin.
Wî ragihand ku di sal û nîva dawî de ji bo ku kapasîte bigihîje 830 megavolt amperî, 410 jeneratorên nû hatine kirîn û 516 jenerator jî hatine çêkirin û nûjenkirin.
Mehdîzade tekez kir ku tevî vê yekê jî ew jenerator di rewşên awarte de tenê dikarin ji sedî 15 heta 20î ya pêdiviya elektrîkê ya tesîsan dabîn bikin û di dabînkirina sotemeniyê de jî pirsgirêk hene.
Mehdîzade diyar kir ku li gorî vê tabloyê, amadekirina senaryoyên ji bo birêvebirina qutbûnên elektrîkê ketiye bernameya xebatê ya birêvebiriyan.
Wî got ku ev plan dê di qonaxa yekem de navendên parêzgehan û piştre jî bajarên ku nifûsa wan ji 20 hezarî zêdetir e li xwe bigire.
Mehdîzade her wiha eşkere kir ku budceya parastina sivîl a îsal hatiye bilindkirin û gihîştiye 6 trilyon tumenî.
Zerera herî giran li Tehranê ye, di dabînkirina avê de pirsgirêk nîne
Li aliyê din, Birêvebirê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê yê Parêzgeha Tehranê Elîreza Cuzqasemî jî li ser pêvajoyên şer ên 12 rojî û 40 rojî bîlanço parve kir.
Cuzqasemî ragihand ku li seranserê welêt zerera herî zêde gihîştiye tesîsên li parêzgeha Tehranê.
Wî da zanîn ku zêdetirî 200 xalan zerer dîtiye lê di dabînkirina avê ya ji bo xelkê de ti pirsgirêk derneketiye.



