Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina çekdar a Belûçan Ensar el-Furqanê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî refên komên din ên çekdar ên li Belûçistanê (başûrrojhilatê Îranê) bûye.
Ensar el-Furqan bi hevpeymaniya çekdar a bi navê Eniya Şervanên Gel re bûye yek ku li dijî birêvebiriya Tehranê şer dike.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina mafên mirovan a Belûçan Halvashê ve hat belavkirin de, berdevkê rêxistinê Mewlewî Nesrulah Belûç got:
"Rêxistina Ensar el-Furqan a Îranê radigihîne ku ew tevlî nava Eniya Şervanên Gel bûye."
Eniya Şervanên Gel çi dixwaze?
Eniya Şervanên Gel Kanûna Pêşîn a 2025an wekî hevpeymaniyeke rêxistinên Belûçan hat damezirandin.
Koma herî berbiçav a di nava vê eniyê de Ceyşul Edl e.
Ceyşul Edlê li parêzgeha aloz a li Sîstan û Belûcistanê gelek caran êrişî hêzên ewlehiyê yên Îranê kiribû.
Hevpeymanî ji bo xelkê Belûç ê li parêzgehê mafên berfirehtir ên siyasî û aborî dixwaze.
Ev biryara yekbûnê di pêvajoyekê de hat ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê êrişên li ser hêzên ewlehiyê yên Îranê û kesên girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê zêde bûne û Îran rû bi rûyî zextên aborî yên Amerîkayê bûye.
Nesrulah da zanîn ku ji bo kom li hemberî Tehranê bi ser bikevin divê bibin yek û anî zimên:
"Mifteya serkeftina komên ku têdikoşin ew e ku ref û dilên xwe bikin yek."
Berdevk diyar kir ku ev biryar beriya her kesî ji bo gelê Belûçistanê û hemû gelê Îranê ye da ku xwe ji wê zilmê rizgar bikin ku rêxistin wekî "çewisandina Komara Îslamî" bi nav dike.
Peyama vîdeoyî û banga hevkariyê
Berdevkê Eniya Şervanên Gel Mehmûd Belûç jî çarşemê bi peyameke vîdeoyî peyman eşkere kir.
Belûç tekez kir ku di hatina ba hev a aliyan de navbeynkariya rîspiyên pêbawer ên parêzgehê û hewlên serkirdeyên her du koman gelekî girîng bûn.
Eniyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku tevlîbûna Ensar el-Furqanê dê hêza wan a leşkerî ya li qadê xurttir bike.
Her wiha wan bangî mixalefeta din a dijî Tehranê ya li seranserê Îranê jî kir ku bi wan re hevkariyê bikin.
Lê belê di her du daxuyaniyan de jî li ser wê yekê ti agahî nehatin dayîn ka dê fermandariya hêzên yekbûyî ji aliyê kê ve bê kirin yan jî yekîne dê çawa werin birêxistinkirin.
Dîroka Ensar el-Furqanê û rewşa li herêmê
Rêxistina Ensar el-Furqanê bi xwe jî di pêşerojê de di encama yekbûnekê de derketibû holê.
Kanûna Pêşîn a 2013an du baskên çekdar ên Belûçan ên bi navê Tevgera Ensar Îran û Hizbul Furqan bûn yek û ev pêkhate ava kir.
Di nav endamên damezirîner ên Eniya Şervanên Gel de li gel Ceyşul Edlê Tevgera PADAyê ya Belûçan, Tevgera Nesr a Belûçistanê û koma çekdar a Mihemed Resûlulahê hene.
Di danezana damezirandina eniyê de, li gel çalakiyên çekdar xebatên siyasî û medyayî jî bi awayekî giştî hatine destnîşankirin.
Hevpeymanî ji roja damezirandina xwe ve li Sîstan û Belûçistanê li hemberî hêzên Îranê şer dimeşîne.
Meha îlonê li navçeya Serawanê di navbera endamên rêxistinê û hêzên ewlehiyê de şer derketibû.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nêzîkî Artêşa Pasdaran a Îranê ragihandibû ku Fermandarê Baregeha Operasyonan a Şehîd Seccadê Huseyîn Zerîfî û berpirsê îstixbarata heman baregehê Ehmed Heratî Zîraetî di wan pevçûnan de hatine kuştin.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê yek ji parêzgehên herî xizan ên Îranê ye.
Piraniya şêniyên wê herêmê Belûçên Sunî ne û xelkê herêmê ev demeke dirêj e ji ber cudakariyê û nebûna derfetên aborî gilî û gazinan dike.
Tifaqa Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî wê hevpeymaniya wekhev didomînin ku beriya êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, meha Sibatê ava kiribûn.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî jî ji bo komên kêmîne yên li Îranê mafên berfirehtir ên siyasî û aborî dixwaze.



