Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di encama êrişa herî dawî ya Amerîkayê ya li ser parêzgehên başûrê welêt de 18 kes mirine û 108 kes jî birîndar bûne.
Hêzên Asmanî yên Amerîkayê doh êvarî çend parêzgehên başûrê Îranê bi dijwarî bomberan kiribûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên yên êrişa doh a Amerîkayê belav kirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di êrişan de 18 kes mirine û di nav wan de sivîl, jin û zarok jî hene.
Her wiha 108 kes birîndar bûne û rewşa tenduristiyê ya hinekan jî giran e.
Daxuyaniya CENTCOMê
Amerîkayê doh êvarî careke din êrişî Îranê kir.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan bi awayekî serkeftî li nav axa Îranê pêleke êrişên asmanî biriye ser çend armancên leşkerî.
Êrişan çend navçeyên li parêzgehên Xuzistan, Sîstan û Belûçistan, Hurmizgan û Kirmanê li xwe girtine.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê, tenê di êrişa li ser dawetekê ya li bajarê Sîrîkê yê parêzgeha Hurmizganê de herî kêm 70 kuştî û birîndar hene.
Bersivdayîna Îranê ya li herêmê
Di bersiva van êrişan de Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê êrişên giran birin ser baregehên Amerîkayê yên li Urdin, Îmarat, Kuwêt, Behreyn û Herêma Kurdistanê.
Ev êriş di nava çend hefteyên borî de êrişa herî tund a her du aliyan a li ser hevdû ye.

.webp&w=3840&q=75)

