Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asmanî yên Amerîkayê li derdora Tengava Hurmizê dest bi bombebarankirina çend hedefên Supaya Pasdaran a Îranê kir.
Ev yek wekî bersiva wan êrişan pêk hat ku li dijî keştiyên bazirganiyê û leşkerên Amerîkayê yên li herêmê hatibûn kirin.
Daxuyaniya CENTCOMê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wan saet 19:00an li nav axa Îranê dest bi lêdana armancên Supaya Pasdaran kiriye û li çend armancan xistiye.
Daxuyaniya CENTCOMê ya li ser mijarê wiha ye:
"Hêzên Amerîkayê îro saet 19:00an li nav Îranê dest bi lêdana armancên Supaya Pasdaran kir.
Ev êriş piştî hewldanên dawî yên Supaya Pasdaran pêk hatin ku dixwest êrişî keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê û leşkerên Amerîkayê yên li herêmê bike."
Dengê teqînan hat bihîstin
Li gorî medyaya Îranê, dengê teqînên bihêz li gelek bajarên welêt hat bihîstin.
Hat diyarkirin ku dengê teqînan li bajarên Bender Ebas û Sîrîkê yên parêzgeha Hurmizganê û Girava Qişmê hat bihîstin.
Her wiha dengê teqînan li bajarokê Kunarekê û bajarê Çabeharê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî hat bihîstin.

.webp&w=3840&q=75)

