Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li hemberî dorpêça deryayî ya li ser welatê xwe gefa bersiva leşkerî xwar.
Qalîbaf ragihand ku eger di Kendavê de rê li ber hinartina petrola Îranê were girtin, dê rê nedin ti welatî ku petrolê hinarde bike.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di gotarekê de qala bipêşketinên herî dawî yên siyasî, leşkerî û aborî yên welatê xwe kir û ragihand:
"Dorpêça deryayî li gorî qanûnên navneteweyî çalakiyeke leşkerî ye û em dê jî bi şêwazekî leşkerî bersivê bidin.
Eger dijmin bixwaze di Kendavê de rê li ber hinartina petrola Îranê bigire, bila bizanibin ku ti kes nikare di Kendavê de petrolê hinarde bike. Ev biryara me bûye û dê wiha be jî."
Birêvebirina Tengava Hurmizê
Qalîbaf qala sînordarkirina çûn û hatinê ya li Tengava Hurmizê kir û got:
"Em li seranserê Tengava Hurmizê serdest in. Berê rojane herî kêm 120 keştî di nav re derbas dibûn, lê niha dibe ku di hinek şevan de tenê du sê keştî derbas bibin.
Ew berevajî peymanan dixwazin di rêya başûr a tengavê re derbas bibin lê me ti carî rê nedaye rêyeke wiha û em dê nedin jî.
Zilhêzên aborî yên cîhanê şiyana derbasbûna keştiyên xwe ya di tengavê re winda kiriye.
Ji ber vê yekê, me dest ji karta bihêz a Tengava Hurmizê bernedaye û em dê bernedin jî."
Serokê Parlamentoya Îranê bal kişand ser peymana vê dawiyê ya di navbera Tehran û Umanê de û got:
"Li gel hêza leşkerî, di warê dîplomasiyê de jî bipêşketineke baş çêbûye.
Bi taybetî ew peymana ku li gel Umanê hat îmzekirin ku beşeke girîng a tengavê ye.
Li gorî qanûnên navneteweyî, peymana li ser tengavê divê di navbera her du welatên qeraxê deryayî ango Îran û Umanê de be.
Ev yek jî dê di bin birêvebirî û kontrola Îranê de be. Em dê rê nedin desttêwerdana Amerîkayiyan û ti aliyê din."
Qalîbaf qala ezmûna dan û standina li gel Amerîkayê kir û got:
"Me ji roja ewil ve bi bêbawerî dest bi dan û standinan kir.
Niha jî em dê daxwazên xwe wekî mafên xwe yên rewa yan bi hêza hiş yan jî bi hêza zorê bisepînin û em ê ti carî di warê siyasî û leşkerî de serî netewînin."
Krîza benzînê û rewşa aborî
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokê Parlamentoya Îranê bal kişand ser rewşa aborî û pirsa sotemeniyê ya li welatê xwe û got:
"Amerîkayê di şerê aborî de zêdetir giranî daye ser aliyê derûnî.
We dît ku vê dawiyê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di konferanseke rojnamegeriyê de guftûgoyên zêde çêkirin.
Wî ducare heman gotinên xwe yên berê ducare kirin."
Qalîbaf tekezî li ser kêmkirina xerckirina enerjiyê kir û got:
"Eşkere ye ku xerckirin zêde ye û kêmasiya me heye ku beşek ji vê pêwendîdarî sektora pîşesaziyê ye.
Lê divê em bi piştgiriya xelkê di xerckirina enerjî, benzîn û elektrîkê de baldar bin da ku zexta li ser xelkê kêm bibe."
Di dawiya axaftina xwe de, Qalîbaf bangî hemû hêz û aliyên siyasî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û ragihand:
"Em hîn jî di nav şer de ne, bi taybetî di şerê aborî û têkel de.
Divê em ji çêkirina her cure dubendî û tevlîheviyan dûr bikevin ku hêviyê bide dijmin."
.webp&w=3840&q=75)


