Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî, bi boneyeya salvegera ji dayîkbûna Pêxemberê Îslamê, biryara efûya giştî û kêmkirina cezayê ji bo 2 hezar û 577 girtiyan da.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Desthilata Dadweriyê ya Îranê "Mîzan"ê ragihand ku Serokê Desthilata Dadweriyê Xulamhusên Muhsînî Eceyî di nameyekê de daxwaz ji Rêberê Îranê kiribû ku razî bibe li ser kêmkirin, guherandina ceza û berdana hejmareke girtiyan.
Mucteba Xamineyî jî daxwaza wî qebûl kir.
Nav ji aliyê komîteyeke taybet ve hatin nirxandin
Alîkarê Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îranê Elî Muzeferî ragihand ku navên wan 2 hezar û 577 kesên ku hêjayî efûkirinê ne, ji aliyê komîteyeke taybet ve hatine nirxandin.
Ew nav piştî piştrastkirinê, ji aliyê Serokê Desthilata Dadwerî ve hatine pesendkirin û biryar ketiye warê bicihanînê
Salane biryarên efûyê tên dayîn
Salane li Îranê bi boneyên cuda yên olî û niştimanî, Rêberê Komara Îslamî efûya giştî û kêmkirina cezayan ji bo girtiyan radegihîne.
Ev biryara nû ya Mucteba Xamineyî jî di çarçoveya salvegera ji dayîkbûna Pêxemberê Îslamê de ye.


.webp&w=3840&q=75)
