Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku Amerîkyê êriş kiriye û hêzên Îranê dê ti êrişên li ser welatê xwe bêbersiv nehêlin.
Îsmaîl Beqayî derbarê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de daxuyaniyek da.
Li gorî televizyona fermî ya Îranê, Beqayî di konferansa xwe ya heftane ya rojnamegeriyê de axivî.
Wî diyar kir ku êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larekê ji bo Îranê be bipêşketineke nû ye.
Beqayî daxuyand ku Amerîka bi hincetên cuda gavên êrişkar diavêje lê Îran dê bersiva van êrişan bide.
"Hêzên me yên Çekdar dê ti êrişê bêbersiv nehêlin"
Beqayî anî zimên ku birêvebiriya Washingtonê daxwazên zêde ji xwe re kiriye edet.
Wî destnîşan kir ku Amerîkayê peyva "dan û standinê" li gel "fermandanê" tevlîhev kiriye.
Çarenivîsa Peymana Îslamabadê
Beqayî bersiva pirsa li ser derbasbûna "Peymana Îslamabadê" da ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû îmzekirin.
Beqayî ragihand ku Amerîkayê di çarçoveya peymanê de qebûl kiriye ku pêbendbûnên xwe bi cih bîne lê nêzîkî 21-22 rojan piştî îmzekirina peymanê ev pêbendbûna xwe bi zanebûn bin pê kiriye.
Beqayî her wiha got, "Washington ji ber vê binpêkirina giran û berfireh divê hesab bide."
Beqayî eşkere kir ku Îran dê li gorî dem û mercên heyî biryarê li ser pêvajoya Îslamabadê bide.
Wî da zanîn ku cezayên aborî û dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê didomin.
Beqayî her wiha diyar kir ku Washingtonê şerê xwe yê aborî yê li hemberî Îranê gurtir kiriye.
Serdana Sererkanê Pakistanê ya Îranê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn ku Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr serdana Îranê kiriye.
Beqayî da zanîn ku ev serdan di çarçoveya hewldanên Pakistanê ya wekî "welatekî dost û cîran" a ji bo kêmkirina aloziyan pêk hatiye.
Beqayî diyar kir ku Sererkanê Pakistanê di dema serdanê de ti peyama erênî yan neyînî negihandiye wan.
"Li Çiyayê Kulengê xebata nukleerê nîne"
Beqayî derbarê pêwendiyên Îran û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî jî agahî dan.
Beqayî diyar kir ku têkilî di çarçoveya asayî de didomin. Nûnertiya Îranê ya li Viyenayê li gorî pêwîstiyê bi aliyên pêwendîdar ên ajansê re dicive.
Lê belê wî ragihand ku di navbera Îran û ajansê de ti pêvajoya nû ya dan û standinan nîne.
Beqayî bersiva îdiayên ku dibêjin li Çiyayê Kulengê xebatên nukleerê tên kirin jî da.
Wî bi bîr xist ku Îranê berê jî ragihandiye ku li vê herêmê ti xebata wan a nukleerê nîne.



