Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku pêwendiya navbera Supaya Pasdaran û hikûmetê di "asta herî baş de ye" û got, “Zêdetirî ji sedî 90ê mûşekên me hîn mane.”
Ew hişyariyê dide Amerîkayê ku eger êrişekê bike dê baceke giran bide.
Her wiha wî got, "Em hîn neketine nav şerekî nehevseng ku Manhattan û Wall Streetê li xwe bigire."
"Mûşekên nû li cihê wan hatine danîn"
Şêwirmendê Bilind ê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemedreza Neqdî di hevpeyvînekê de li gel kanala Meyadînê bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Serokê Amerîkayê qala têkbirina piraniya mûşekên Îranê kiribû.
Mihemedreza Neqdî li ser vê yekê got, "Zêdetirî ji sedî 90ê mûşekên me hîn mane. Ew mûşekên ku nemane jî ew in ku me bi xwe avêtine û mûşekên nû li cihê wan hatine danîn."
Asta hilberînê bilind e
Mihemedreza Neqdî destnîşan kir ku xala wan a lawaz a berê ew bû ku cihê hinek kargehên wan ên li ser erdê eşkere bûbû.
Lê wî îdia kir ku niha hemû ew sazî li cihên "gelekî parastî" hatine nûjenkirin û got:
“Niha asta hilberîna me ji asta bikaranîna li eniyên şer zêdetir e, ango embarên me ber bi zêdebûnê ve diçin."
"Şerê nehevseng li Wall Street û Manhattanê"
Şêwirmendê Supaya Pasdaran li ser îhtîmala berfirehbûna alozî û şer hişyariyeke tund da û got:
"Tiştê ku me heta niha kiriye, şerekî klasîk e. Em hîn neketine nav şerekî nehevseng. Şerê nehevseng tê wateya şerê li Wall Street, Manhattan û li her cihî û di her demê de."
Mihemedreza Neqdî tekez kir ku pêwendiya navbera Supaya Pasdaran û hikûmeta welatê wî gelekî bihêz e.
Wî berê xwe da Trump û got ku Serokê Amerîkayê ji bo qezenca bazara pişkan û sektora petrolê şer derdixe û got:
"Karê me yê sereke bidestxistina hêza rêlibergirtinê ye. Heta ku ew dîwarekî betonî jî li dora Îranê bikşînin dê Îran her bi hêz bimîne."
Êrişên li Girava Larkê
Ev daxuyaniyên Neqdî piştî wê yekê tên ku berpirsekî Amerîkayî ragihandibû hêzên welatê wî du platformên avêtina mûşekan ên Supaya Pasdaran li başûrê Îranê bombebaran kirine.
Li gorî wî berpirsî, ev êriş şeva borî li Girava Larkê pêk hatine.
Di heman demê de Donald Trump hişyarî daye ku plana wan heye "bi tundî" li Îranê bixin.


