Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî li Tehranê civiyan û rûdanên herêmî nirxandin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî ji aliyê Ebas Eraqçî ve hatiye pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê Eraqçî û Al Sanî civiyan lê li ser naveroka hevdîtinê ti agahî nehatine belavkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid el-Ensarî berê gotibû ku dê Al Sanî 27ê Tebaxê biçe Tehranê û diyar kiribû ku dê di hevdîtinan de kêmkirina aloziyên li herêmê û avakirina şert û mercên guncav ên ji bo diyaloga Amerîka û Îranê werin gotûbêjkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî anîbû zimên ku ev serdan ji bo bipêşxistina pêwendiyên Îran û Qeterê û xurtkirina aştî û ewlehiya herêmî pêk tê.
Rayedarên Pakistan û Umanê jî çûbûn Îranê
Pakistan navbeynkarê peymana 17ê Hezîranê ya di navbera Amerîka û Îranê de ye ku nehatibû bicihanîn.
Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr 24ê Tebaxê çûbû Tehranê û bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Muhsîn Rezayî re civiyabû.
Îran û Pakistanê ragihandibû ku hevdîtin gelekî baş derbas bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir bin Hemed el-Bûsaîdî jî 25ê Tebaxê çûbû Tehranê û bi hevtayê xwe Ebas Eraqçî re civiyabû.
Uman navbeynkarê dan û standinên beriya şer ên di navbera Amerîka û Îranê de ye û Îran li ser mijara Tengava Hurmizê bi Umanê re hevdîtinan dike.


.webp&w=3840&q=75)
