Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, “Em dê bersiveke tund bidin êrişên Amerîkayê.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di du pêwendiyên telefonî yên cuda de bi Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re axivî.
Ebas Eraqçî bi Munîr û Fîdan re li ser rûdanên dawiyê yên li herêmê guftûgo kir.
"Alozî digihîjin lûtkeyê"
Wezareta Karên Derve ya Îranê naveroka wan hevdîtinan belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê qala encamên êrişên Amerîkayê û metirsiyên têkçûna ewlehiya herêmê kir.
Eraqçî hişyarî da û got, "Ev cûre gav herêmê ber bi nearamiyeke zêdetir ve dibin. Her wiha metirsiya zêdebûna aloziyan digihînin lûtkeyê."
"Em dê bersiveke tund bidin"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di van pêwendiyan de tekezî li ser amadehîya temam a welatê xwe kir.
Eraqçî diyar kir ku ew amade ne serweriya niştimanî û yekparçeyiya axa xwe biparêzin.
Wî da zanîn ku dê her cûre "serkêşiyeke" artêşa Amerîkayê rastî bersiveke tund were.
Ev tevgerên dîplomatîk ên Tehranê di demekê de ne ku herêm di qonaxeke gelekî hestiyar de ye û îhtimala derketina şer gelekî zêde ye.
Eraqçî her wiha got, “Îran dê bi hevahengiya dostên xwe, ji bo bersivdayîna wan fişarên leşkerî yên Washingtonê hemû rêkaran bi kar bîne."



