Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Amaran a Îranê ragihand ku di bihara îsal de rêjeya bêkariyê gihîştiye ji sedî 9,1ê ku ev rêje li gorî bihara sala borî ji sedî 1,8 zêde bûye.
Navenda Amaran a Îranê di raporekê de eşkere kir ku di demsala biharê de ku welat di bin bandora şer de bû, ji sedî 40,7ê şêniyên 15 salî û mezintir li kar geriyane.
Li gorî amaran, hejmara kesên ku karê wan hebûye (çi karmend çi jî karkerên 15 salî û mezintir) 24 milyon û 672 hezar kes bûye.
Ev hejmar li gorî bihara sala borî nêzîkî 450 hezar kesî kêm bûye.
Li aliyê din, hejmara şêniyên ku ji aliyê aboriyê ve neçalak in (wekî xwendekar, kebanî û malnişîn) gihîştiye 39 milyon û 535 hezar kesî.
Ev hejmar li gorî bihara sala borî nêzîkî 796 hezar kesî zêde bûye.
Dabeşbûna karan a li ser sektoran
Li ser dabeşbûna karan a li beşên cuda, para herî zêde ya sektora xizmetguzariyê ye ku ji sedî 53,8 e.
Piştî wê sektora pîşesaziyê bi ji sedî 31,0 û sektora çandiniyê jî bi ji sedî 15,1ê tê.
Navenda Amaran a Îranê li ser rêjeya bêkariya ya di nav ciwanan de jî agahî da.
Li gorî raporê, ji sedî 23,4ê ciwanên di navbera 15-24 salî de bêkar in.
Ev rêje li gorî heman demsala sala borî ji sedî 3,7 zêde bûye.
Her wiha rêjeya bêkariya di navbera 18-35 salî de gihîştiye ji sedî 17,5an ku ev jî bi rêjeya ji sedî 3,0 zêde bûye.



