Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo gotûbêjkirina hşinek mijarên wekî enerjî, aborî û ewlehiyê çû Tehrana paytexta Îranê.
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Elî Zeydî îro çûye Tehranê.
Tê payîn ku Zeydî bi rayedarên herî bilind ên Îranê re bicive û di wan civînan de gelek dosyeyên stratejîk werin gotûbêjkirin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh beşdarî civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya Îraq û Îranê bû.
Wî çûna Zeydî wekî "bûyereke pir girîng û xala werçerxanê di têkiliyên dualî de" bi nav kir.
Mesûd Pizîşkiyan destnîşan kir ku têkiliyên Bexda û Tehranê xwedî kokên dîrokî, çandî û olî ne.
Wî anî zimên ku ev qonax dikare bibe destpêka serdemeke nû ya hevkariyên stratejîk.
Her wiha Serokkomarê Îranê bangî hemû saziyên welatê xwe kir.
Pizîşkiyan ji wan xwest ku ji bo bicihanîna peymanan û bipêşketina binesazî, bazirganî û hilberînê bi Îraqê re bi temamî hevahengiyê bikin.
Mijarên sereke
Di civînên amadekariyê de hat destnîşankirin ku bêyî beşdariya çalak a bazirgan û sektora taybet a her du welatan, bipêşketineke aborî ya mayînde pêk nayê.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebudî mijarên sereke yên serdana Serokwezîr Elî Zeydî wiha rêz kirin:
“Gotûbêjkirina gaza ku ji Îranê tê hawirdekirin, li ser bingeha dabînkirina berjewendiyên aborî yên Îraqê.
Pêşxistina dan û standinên bazirganî, çareserkirina astengiyên di warê veguhastin û têkiliyên darayî de.
Nirxandina dosyeya ewlehiyê û hewldanên ji bo kêmkirina alozî û rageşiyên li Rojhilata Navîn.”

.jpg&w=3840&q=75)

