Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê di encama êrişên bi mûşekan ên Amerîkayê de 2 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Xuzistanê ya ku di televîzyona dewletê ya Îranê de cih girtiye, termînala rêwiyan a li Deriyê Sînorî yê Şelemçeyê yê di navbera Îran û Îraqê de bûye armanca mûşekên Amerîkayê.
Hat ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê di vê êrişê de 2 kes mirine.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat destnîşankirin ku li termînala navborî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û deriyê sînorî ji derbasbûnê re vekirî ye.
Li aliyê din, hat eşkerekirin ku li nêzîkî bajarê Endîmeşkê yê Xuzistanê ve jî xalek bûye hedefa mûşekên Amerîkayê.
.jpg&w=3840&q=75)


