Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî ragihand ku eger Amerîka êrişî navendên nukleerê yên welatê wan bike, ew dê bi tundî bersivê bidin.
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê daxuyaniyek belav kir û bi bîr xist ku Amerîkayê gefa êrişkirina navendên nukleer û hestiyar ên Komara Îslamî ya Îranê xwariye.
"Em dê hemû berjewendiyên Amerîkayê bikin armanc"
Baregeha hişyarî da û got, “Eger artêşa destdirêjkar a Amerîkayê derbasî qonaxeke bi vî rengî bibe, em dê vê yekê wekî berfirehkirina şerê li herêmê bihesibînin.
Hemû berjewendiyên Amerîkayê, hevpeyman û alîgirên wî welatê serhildêr û şerxwaz, dê bibin armanca êrişên bihêz ên Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê."
Trump: Em dê li wan deran bidin
Divê were gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doh hişyarî dabû Îranê.
Trump ragihandibû ku dibe ew "di demeke nêzîk de" êrişî wan deveran bikin ku Tehranê amûr û madeyên nukleerê li wan deran veşartine.
Ji Trump hatibû pirsîn bê gelo Îranê amûrên xwe yên paqijkirina uranyumê (santrîfuj) veguhastine cihên parastîtir an na?
Trump bersiv dabû û gotibû, "Em ji tevgeran agahdar in. Bi îhtimaleke mezin, em dê di demeke gelekî nêzîk de li wan herêman bidin."
Serokê Amerîkayê dabû zanîn ku Tehran nikare pêşiya êrişên Amerîkayê bigire û gotibû:
"Îran nikare tiştekî li hemberî me bike. Bi awayekî normal ez tiştên wiha nabêjim lê eger min hîs bikira ku dikarin ji bo parastina wan cihan tiştekî bikin, min dê qet ev yek negota. Lê ez ducare dikim, em dê gelek zû li wan herêman bidin."
Giringiya Çiyayê Kolengê
Yek ji wan cihên ku Trump navê wan anî zimên Çiyayê Kolengê bû.
Çiyayê Kolengê li naverasta Îranê ye. Her wiha nêzîkî tesîsa atomê ya Netenzê ye.
Dezgehên îstixbaratê yên Îsraîl û Amerîkayê bawer dikin ku di vî çiyayî de dezgeheke nihênî û kûr a binerdî heye.
Tê gotin ku Îranê bi hezaran amûrên paqijkirina uranyumê veguhastine wir da ku wan ji bombebaranên asmanî biparêze.

.webp&w=3840&q=75)
