Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di encama êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li ser çend parêzgehên wî welatî de, 35 kes mirine û 300 kes jî birîndar bûne.
Serokê Navenda Têkiliyên Giştî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kermanpûr ragihand ku ji destpêka pêla nû ya êrişan ve heta 15ê Tîrmehê demjimêr 12:00an 35 kes di êrişên Amerîkayê de mirine.
Li gorî wezaretê di nav miriyan de 2 jin û ciwanekî di bin 18 salî re jî hene.
Husên Kermanpûr her wiha diyar kir ku di encama van êrişan de 300 kes jî birîndar bûne.
Ji wan 72 kes li nexweşxaneyan hatine razandin û tedawî dibînin.
Li gorî gotina wî berpirsê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di êrişên dawî de herî zêde zerer gihîştiye parêzgehên Hurmizgan, Sîstan û Belûçistan û Xuzistanê.
Doh 30 sivîl û 7 serbaz hatin kuştin
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhaceranî doh ragihand ku di encama êrişên Amerîkayê yên li ser parêzgehên başûrê Îranê de, 30 sivîl hatine kuştin.
Di heman rojê de Artêşa Îranê ragihand ku di êrişeke muşekî ya Amerîkayê ya li ser binkeyeke leşkerî ya li Bempûra parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, 7 leşkerên Îranê hatine kuştin.
Armanca CENTCOMê çi ye?
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan şeva şeşemîn a li ser hev, çendîn pêgehên leşkerî yên li nava axa Îranê kirine armanc.
CENTCOMê diyar kir ku armanca van êrişan kêmkirina şiyana Tehranê ya ji bo gefxwarina li keştiyên bazirganî ye.
Di çend rojên borî de, Amerîkayê rêzeêrişên giran birin ser pêgehên leşkerî yên li çendîn parêzgehên Îranê.
Di nav van parêzgehan de Îsfehan, Merkezî, Hurmizgan, Bûşehr, Sîstan û Belûçistan û Xuzistan hene.
Her wiha parêzgehên Loristan û Îlamê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî hatin bombebarankirin.

.jpg&w=3840&q=75)

