Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ji ber "bicihneanîna sozên ji aliyê Amerîkayê ve", Tehran bicihanîna sozên xwe rawestandiye.
Her wiha diyar kir ku hêzên wan ên çekdar dê bi şiyaneke mezin bersiva destdirêjiyan bidin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser aloziyên di navbera Washington û Tehranê de daxuyaniyek da û anî ziman:
"Peymana lihevtigihîştinê komek sozên dualî ne, di dema binpêkirina ji aliyê aliyê din ve, em jî xwe ji bicihanîna sozên xwe dûr dixin.
Ev bingeh e û di paşerojê de jî dê ev rêbaz were şopandin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekezî li prensîba "soz li beramberî soz" kir û got:
"Ev tê wê wateyê ku em dê heta wê demê sozên xwe bi cih bînin ku aliyê din pêbendî wan be.
Aliyê din her ji destpêka benda yekem ve dest bi binpêkirina peymanê kiriye, loma em jî li her derê ku pêwîst be, xwe ji bicihanîna sozên xwe dûr dixin."
Îsmaîl Beqayî destnîşan kir ku Tehran li hemberî êrişan bêdeng namîne û li pey çû:
"Di rewşeke wiha de destên me ne girêdayî ne.
Hem şervanên me bi hêz û şiyaneke zêde bersiva destdirêjiyên Amerîkayê didin, hem jî di bendên din de gavên pêwîst tên avêtin."
"Bersiva tund a hêzên çekdar"
Beqayî ducare kir ku berpirsên Îranê di parastinê de "ne dudil in" û eşkere kir:
"Hemû derên vî welatî yên gelê Îranê ne û bakur û başûrê wê nîne.
Li her derê ku dijmin destdirêjiyê bike, bi dilniyayî dê bi bersiva tund a hêzên me yên çekdar re rûbirû bibe."
Di çend rojên dawî de Amerîkayê çend caran bi dijwarî êrişî baregehên leşkerî, depoyên çekan, dron û mûşekan ên li çend parêzgehên Îranê kir.
Di nav wan de parêzgehên Îsfehan, Merkezî, Îlama Rojhilatê Kurdistanê, Hurmizgan, Bûşehr, Sîstan û Belûçistan û Xuzistan hene.
Êrişên Amerîkayê yên li herêmên başûrê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê heta berê sibehê jî berdewam kirin.
Li beramberî vê jî, hêzên çekdar ên Îranê çend caran êrişî baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê kir.
17ê Hezîranê peymana lihevtêgihîştinê di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de ku wekî "Peymana Îslamabadê" tê naskirin hatibû îmzekirin.
Naveroka peymanê ji 14 xalan pêk dihat û bingehek ji bo bidawîanîna şerê li Îranê danîbû.



