Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Amerîkayê yên berê sibehê yên li ser Îranê de, li navçeya Naînê ya parêzgeha Îsfahanê kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Alîkarê Parêzgarê Îsfahanê Ekber Salihî li ser mijarê agahî dane.
Salihî diyar kiriye ku di êrişa Amerîkayê ya li navçeya Naînê de kesek miriye û 7 kes jî birîndar bûne.
Di heman saetan de li bajarê Mahşehrê yê parêzgeha Xuzistanê jî di encama êrişên Amerîkayê de endamekî hêzên ewlehiyê mir û 4 kes jî birîndar bûn.
CENTCOM: Me ji bo lawazkirina Îranê êriş kir
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku wan bi armanca "lawazkirina şiyana êrişkirinê" ya Îranê ya li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê, piştî nîvê şevê dest bi êrişên nû kiriye.
Piştî vê daxuyaniyê, li bajarên Bender Ebas, Sîrîk û Caskê û her wiha li Girava Kişmê ya Îranê dengê teqînan hat bihîstin.
Bersiva Îranê
Artêşa Îranê jî li beramberî êrişên Amerîkayê ragihand ku wan bi mûşek û dronan êrişî "baregehên dijmin" ên li herêmê kiriye.
Îranê destnîşan kir ku ev êrişên wan di çarçoveya “parastina rewa” de hatine kirin.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

