Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî îro careke din sonda hilanîna tola bavê xwe û Îraniyên din ên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin xwar.
Meha sibatê dema ku Amerîka û Îsraîlê êrişeke hevpar bir ser Îranê, bavê Mucteba, Elî Xamineyî jî di nav de zêdetirî 3 hezar kesan hatin kuştin.
Ev êriş piştî wê yekê hat ku Washington û Tel Evîvê Hezîrana 2025an li dijî Tehranê şerekî 12 rojî dabû destpêkirin û nêzîkî hezar kesî hatibûn kuştin.
"Em dê tola we hilînin"
Mucteba Xamineyî li ser platforma Xê peyamek belav kir û got:
"Em sond dixwin ku tola xwîna we ya paqij û xwîna hemû şehîdên van her du şeran ji kujerên wan ên tawanbar û rûreş hilînin."
Wî diyar kir ku "erkê tolhildanê" bi hebûna wî yan jî ya berpirsên din ve ne girêdayî ye û anî zimên:
"Em li vir bin yan na, ev soz dê were bicihanîn û di demeke nêzîk de her mirovekî azad ê li cîhanê dê beşeke vî erkê îlahî pêk bîne."
Peymana aştiyê û Tengava Hurmizê
Xamineyî roja şemiyê jî destnîşan kiribû ku hilanîna tola bavê wî yê kuştî "daxwaza neteweyê" ye û "bê guman" divê were kirin.
Tehran û Washingtonê meha hezîranê bi navbeynkariya Pakistanê ji bo bidawîkirina şerê di navbera xwe de û gihiştina aştiyeke mayînde peymanek îmze kiribû.
Lê di rojên borî de Tehran û Washingtonê ji ber zêdebûna aloziya li ser derbasbûna keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ya stratejîk êrişî hevdû kir.
.jpg&w=3840&q=75)


