Hewlêr (Rûdaw) - 3 kurên Elî Xamineyiyê ku 28ê Sibatê hatibû kuştin, tevlî şîna bavê xwe bûn lê Mucteba Xamineyî xuya nekir.
Di roja duyem a merasîma birêkirina termê Elî Xamineyî de gelek kes li Tehranê kom bûn.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê pesnê miletê Îranê da.
Qalîbaf diyar kir ku "neteweya serbilind û têkneçûyî ya Îslamî ya Îranê bi yekdengî rêz li şehîdê xwe girtiye."
Qalîbaf piştî Elî Xamineyî wekî yek ji kesayetên herî diyar ên serdemê tê dîtin.
Kurên Xamineyî û Mucteba
Di merasîma îro de kurê mezin ê Elî Xaminêyî, Mistefa û her du birayên wî Mesûd û Meysem xuya bûn lê belê birayê wan Muctebayê ku niha bûye rêberê nû, ne li wir bû.
Li gorî agahiyên nefermî, Mucteba di êrişa asmanî de birîndar bûye lê hûrgiliyên birîna wî hîn ne diyar in.
Wî heta niha tenê bi rêya daxuyaniyên nivîskî peyamên xwe belav kirine.
Fermandarên Pasdaran li wir bûn
Fermandarê nû yê Hêzên Pasdaran Ehmed Wehîdî cara duyem bi awayekî eşkere di merasîmê de xuya bû.
Her wiha Fermandarê Feyleqa Qudisê Îsmaîl Qaanî jî beşdarî merasîmê bû.
Merceyê bilind ê olî yê 97 salî Cefer Subhanî jî nimêja miriyan li ser termê Xaminêyî kir.
Bernameya veşartina termê wî
Termê Xamineyî wî îro jî li Tehranê ye. Pişt re roja sêşemê li bajarê Qumê, çarşemê li Îraqê ye.
Term dê pêncşemê jî li Meşheda li bakurrojhilatê Îranê were veşartin ku cihê jidayîkbûna Xaminêyî ye.
Roja yekşemê li seranserê Îranê ji ber vê bûyerê betlaneya fermî bû.



