Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya û wan hinek mijarên girîng ên herêmê gotûbêj kirin.
Di civîna wan de, bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Komara Îslamî ya Îranê re û girîngiya berfirehkirina asoyên hevkarî û hevahengiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Her wiha her du aliyan piştgiriya xwe ya ji bo pêwendiyên dîrokî û dostane yên her du aliyan ên di hemû astan de ducare kir.
Li hêla din, “rewşa herêmên û pêşhatên dawî”mijareke din a civînê bû.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf bal kişand ser girîngiya parastina ewlehî û aramiyê û piştgirêdana bi diyalogê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û aloziyan.
Dan û standinên Amerîka û Îranê
Di heman demê de mijara “pêşhatên dawî yên dan û standinên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de yên ji bo gihîştina bi peymanê” hat nirxandin.
Her du aliyan hêvî kir ku dan û standin û hewldanên dîplomatîk bi ser bikevin da ku li herêmê aramiyeke mayînde pêk were.
Serokê Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî ji bo tevlîbûna merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Îranê Elî Xaminêyî li Tehranê ye.


