Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên Amerîkayê yên li xaka xwe bi tundî şermezar kirin.
Wezaretê ragihand ku Washingtonê peymana agirbestê ya nîsana borî "bêwate" kiriye.
Wezaretê her wiha hişyarî da welatên herêmê da ku alîkariya artêşa Amerîkayê nekin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de êrişên şeva borî û berê sibeha îro yên artêşa Amerîkayê yên li çend cihên nav xaka Îranê wekî "destdirêjiyeke berfireh" bi nav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êriş binpêkirina eşkere ya peymannameya Neteweyên Yekbûyî û serweriya xaka Îranê ne."
"Agirbest bêwate bû"
Tehranê di peyama xwe de tekez kir ku bi van êrişan, peymana agirbestê ya 8ê Nîsana 2026an bi temamî "bêwate" bûye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê artêşa Amerîkayê wekî "artêşeke terorîst" wesif kir.
Wezaretê hişyarî da welatên cîran da ku rê nedin xak û şiyanên wan ji bo êrişkirina li Îranê bên bikaranîn.
Îranê eşkere kir ku eger welatên cîran rê bidin dê "wekî aliyekî destdirêjker miamele bi wan re were kirin."
Di daxuyaniyê de hat xuyakirin, "Îran rijd e li ser biryara xwe ya ji bo jiholêrakirin çavkanî û baregehên van êrişan. Ev jî di çarçoveya mafê rewa yê xweparastinê de ye."
Rexne li Neteweyên Yekbûyî hatin girtin
Wezareta Karên Derve ya Îranê bi tundî rexne li Konseya Ewlehiyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî girtin.
Wezaretê daxuyand ku bêdengî û dayîna daxuyaniyên "nezelal" ên li hemberî Amerîka û Îsraîlê, tenê dibe sedema handana wan ji bo binpêkirinên zêdetir û cîhanê ber bi "alozî û nearamiyê" ve dibe.
Ev aloziyên nû piştî wê yekê derketin ku Îranê helîkoptereke şer a Amerîkayê ya ji cureyê Apache xist xwarê.
Li beramberî vê yekê, Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tolhildanê xwar û artêşa wî welatî zincîreyek êriş birin ser Îranê.
Vê yekê bertekên tund ên Artêş û Supaya Pasdaran bi xwe re anîn. Hêzên Îranê bi mûşek û dronan baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirin armanc.
.webp&w=3840&q=75)


