Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Îsraîlê li bajarê Mahşehrê yê parêzgeha Xûzistanê ya li başûrrojavayê Îranê, tesîseke petrokîmyayê bambebaran kiriye.
Li gorî ajansa nûçeyan a Mehrê, Alîkarê Parêzgarê Xûzistanê Velîyulah Heyatî li ser êrişê agahî dane û gotiye:
“Beriya niha bi demeke kurt, Şirketa Petrokîmyayê ya Karûnê ya li Mahşehrê ji aliyê dijminê siyonîst ve rastî êrişeke asmanî hat.
Ji berêrişê, di hin beşên vê tesîsa pîşesaziyê de zerer çêbû."
Rewşa windahiyan
Wî diyar kir ku li gorî destnîşankirinên destpêkê, di êrişê de ti kes nemiriye û ti kes birîndar nebûye.
Heyatî her wiha anî ziman ku dê hûrgiliyên li ser asta zererê û windahiyên gengaz paşê werin eşkere kirin.
Daxuyaniya artêşa Îsraîlê
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li tesîsa petrokîmyayê ya li Mahşehrê "çend hedef" bombebaran kirine.



