Pisporê hiqûq û destûrê Hawrê Tofîq ragihand ku biryarên komîteyeke Bexdayê yên li ser radestkirina deriyên sînor, petrol û sînoran, "li dijî destûrê ne."
Li gorî Hawrê Tofîq, ev biryar ji aliyê rêkarê ve jî şaş in çimkî ji aliyê Desteya Wezîran ve nehatine pesendkirin.
Pisporê hiqûq û destûrê Hawrê Tofîq beşdarî bultena saet 12:00an a Rûdawê bû û li ser biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Hawrê Tofîq diyar kir ku li gorî destûra Îraqê, birêvebirina deriyên sînor û qadên petrolê pêvajoyeke "hevbeş" e di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, ne ku tenê di destê Bexdayê de be.
Hawrê Tofîq her wiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê xwedî Hêza Pêşmergeyan e ku wekî "Parêzvanê Herêmê" erkê wê parastina sînoran e û hebûna gendeliyê jî nabe hincet ji bo tevgerandina hêzan û binpêkirina destûrê.
Hawrê Tofîq diyar kir ku ev pirsgirêk "siyasî ye ne destûrî ye."
Ji bo çareserkirina vê rewşê ew sê gavan pêşniyar dike:
- Divê mûnerên Kurd ên li Bexdayê hefteyekê parlamentoyê û hikûmetê boykot bikin.
- Divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de komîteyeke hevbeş were avakirin da ku "rêyeke sêyem" bibînin.
Hawrê Tofîq her wiha dibêje, eger Dadgeha Federal bi awayekî pîşeyî biryarê bide, dê beşeke zêde ya biryaran di berjewendiya Kurdistanê de be.
Hevpeyvîna bi Pisporê hiqûq û destûrê Hawrê Tofîq re wiha ye:
Rûdaw: Ji doh ve gelekî qala destûrê tê kirin ku bila destûr bibe dadwer. Gelo destûr li ser van pirsgirêkên ku niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketine çi dibêje?
Hawrê Tofîq: Ev rûdan ji du beşan pêk tê. Beşek ji wan bi pileya herî bilind siyasî ye û beşek jî destûrî ye. Di destûra Îraqê de hatiye çespandin ku Îraq dewleteke komarî, parlamenterî û federal e. Her wiha di destûrê de hatiye diyarkirin ku ji aliyê îdarî ve Îraq xwedî pergaleke nenavendî ye. Ev pergal ji Bexdaya paytext, parêzgehan û herêman pêk tê ku niha tenê Herêma Kurdistanê heye. Her di destûrê de xaleke taybet heye ku statuya Herêma Kurdistanê wekî statuyeke federal bi fermî nas dike.
Ew biryarên ku ji aliyê komîteyeke lêkolînê ve hatine derxistin du kêmasiyên wan hene; yek jê destûrî ye û ya din jî rûkeşiya rêkarê ye.
Berî her tiştî li gorî rêziknameya navxwe û destûrê me desteya wezîran heye. Di destûrê de postek bi navê "serokwezîr" nîne, "Serokê Desteya Wezîran" heye. Ev ne tenê cudahiyeke zimanî ye, cudahiya erkê destûrî ye. Ev biryar neçûne ber destê Desteya Wezîran da ku bên pesendkirin û bibin biryara Desteya Wezîran. Çimkî dema bibe biryara Desteya Wezîran, mirov dikare li Dadgeha Kargêrî yan jî li Dadgeha Destûrî giliyê wan bike. Ev xala yekem e.
Ji aliyê naverokê ve eger em bi awayekî hevseng û pîşeyî binirxînin; yekem, Herêma Kurdistanê xwedî Parêzvanê Herêmê ye. Erkê wan parastina statuya Herêma Kurdistanê û sînorên Herêma Kurdistanê ye. Lê li ser wê yekê ka gelo artêşa neteweyî yan federal desthilata wê heye li ser sînoran bi cih bibe yan na; di rastiyê de di pergalên federal de artêş dikare bi hevahengiya bi herêman re bi hev re sînoran biparêze. Lê di destûra Îraqê de ev erk jî ji bo Pasevanê Herêmê hatiye spartin. Lewma pasevanê herêma me heye.
Xala duyem, dema qala wê tê kirin ku deriyên sînor bi temamî ji aliyê deriyên sînorî yên federal ve bên birêvebirin, ev bi temamî li dijî destûrê ye. Çawa? Di nav destûrê de deriyên sînor ên herêman bi awayekî hevbeş tên birêvebirin. Yanî pêvajoya birêvebirina deriyên sînor pêvajoyeke hevbeş e, ne pêvajoyeke tenê ya federal e. Ji ber vê yekê piştguhkirina vê xalê bi temamî li dijî cewherê destûrê ye.
Xaleke din jî pêwendî bi petrol û qadên petrolê ve heye. Destûrê zelal kiriye ku ew qadên beriya sala 2003yan bi hevbeşî tên birêvebirin û qadên piştî wê jî dê xwedî îdareyeke hevbeş bin. Di her du rewşan de jî em bi tenê xwedî biryareke federal nînin, rêveberiya me ya hevbeş heye.
Xaleke din jî heye ku ji bo min gelekî girîng e ku ez bibêjim, ew jî Madeya 140î ye. Madeya 140î herêmên nakok li xwe digire. Nakok yanî ne bi ser Bexdayê ve ye û ne jî bi ser Herêmê ve ye. Ji ber ku nakok e mafê te heye ku tu bi hevbeşî bi rê ve bibî. Çawa polîsê federal heye divê polîsê Wezareta Karên Navxwe jî li wir be.
Ji ber vê yekê divê em li ser vê yekê bisekinin ku ev tenê komîteyeke lêkolînê ye û komîteyê hinek raspare derxistine; ev ne di pisporiya wê de ye û ew biryar neçûne ber Civata Wezîran jî.
Rûdaw: Eger ev mijar biçe Dadgeha Federal, gelo ji aliyê destûrî û yasayî ve Herêma Kurdistanê bi ser dikeve? Gelo delîlên destûrî yên Herêma Kurdistanê ji yên Îraqê bihêztir in?
Hawrê Tofîq: Eger ez bersiveke pîşeyî bidim, belê. Lê di hinek mijaran de divê hevbeşî hebe. Wekî mînak, di meseleya petrolê de ku tu bi yekalî wê derxî derve, ev nayê qebûlkirin. Mijara dan û standina petrolê ya bi hinek welatên ku di çarçoveya cezayên navneteweyî de ne jî rêpêdayî nîne. Ji ber vê yekê em nikarin bi temamî li mijarê binêrin. Lê belê piraniya wan xalên ku qala wan tê kirin bi destûrê re li hev nakin û divê desthilatdarî hevbeş be.
Lê di rewşeke wisa aloz de ku hîn dewleta welatîbûna rasteqîn û demokratîk ava nebûye, gelo bawerî bi wê heye ku dadgeh bi awayekî bêalî û pîşeyî biryarê bide? Ev bixwe pirsyareke mezin e. Ez gumanê ji serweriya Dadgeha Federal nakim lê di aloziyeke wiha mezin de divê em li ser vê yekê bisekinin.
Eger dadgeh bi awayekî pîşeyî û bêalî biryarê bide, ez bawer im dê biryar hevseng bin. Beşeke zêde ya biryaran dê di berjewendiya Kurdistanê de be û beşek jî di berjewendiya hikûmeta federal de be.
Ji bo vê yekê sê gavên me hene:
- Pêşî divê hemû nûnerên Kurd ên li Bexdayê, bêyî cudahiya partiyan, ji bo hefteyekê parlamentoyê û Civata Wezîran boykot bikin.
- Divê derfetê bidin hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku komîteyeke hevbeş ava bikin da ku rêyeke sêyem ji bo çareseriyê bibînin.
Ev gaveke pratîkî ye ji bo ku hêrsa vî şerê siyasî dakeve. Berovajî vê yekê, heke her aliyek li ser mercên xwe pêdagir be em dê ber bi pevçûn û aloziyeke mezintir ve biçin.
Rûdaw: Kek Hawrê, di nivîsa xwe de tu qal dikî ku nabe di bin navê gendelî yan xercên zêde de gefa tevgerandina hêzan were xwarin. Herêma Kurdistanê xwedî Hêza Pêşmerge ye. Ji aliyê yasayî û destûrî ve şandina artêşê ya bo ser sînoran rast e?
Hawrê Tofîq: Bê guman hebûna gendeliyê nabe hincet ji bo binpêkirina destûrê; çi li Besreyê be çi li Silêmaniyê be çi li cihekî din ê dinyayê be. Têkoşîna li dijî gendeliyê xwedî rêkarên xwe ye. Bexda dikare bi saziyên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bike. Tewra heke pêwîst bike hêza xwe ya taybet jî bişîne, dîsa dikare bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê bike.
Tiştê ku bûye sedema fikara xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî ew e ku di bin vê hincetê de armancên siyasî hene da ku desthilatên destûrî yên qewareya Herêma Kurdistanê teng bikin. Dema ku ew deriyên sînorî kontrol bikin, artêş li hemû sînoran bi cih bibe û polîsê federal li deriyan be, êdî ti desthilateke ewlehî û aborî ji bo herêmê namîne û dahata nenewtî jî dibe sifir.
Rûdaw: Gelo daxwazên Îraqê li dijî destûrê ne?
Hawrê Tofîq: Divê em yek bi yek wan zelal bikin da ku bersiva me rast be. Ez ducare dikim, di Destûra Îraqê de diyarkirina siyaseta gumrikê li ser milê hikûmeta federal e. Mebesta me ji vê çi ye? Pênaseya gumrikê federal e lê birêvebirin û pêkanîna wê li deriyên sînorî di navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal de hevbeş e.
Ev ne gotina min e, gotina destûrê ye. Birêvebirina yekalî bi mentiqê destûrê re li hev nake. Siyaset federal e lê pêkanîn hevbeş e.
Li ser şandina artêşê jî, berî her tiştî em ne di rewşa şer de ne da ku pêwîstî bi artêşê hebe. Herêma Kurdistanê nebûye gef li ser cîranên xwe. Ji aliyê din ve Pasevanê Sînor ê ku niha li herêmê ye bi ser Wezareta Karên Navxwe ya federal ve ye.
Ew kesên ku sînorên Herêma Kurdistanê diparêzin, ji bilî Hêzên Pêşmerge, bi ser Wezareta Karên Navxwe ya federal ve ne; meaşên wan û fermanên wan federal in. Rast e ji aliyê neteweyî ve Kurd in lê ji aliyê sazûmaniyê ve ser bi hikûmeta federal ve ne. Ji ber vê yekê ev daxwazên yekalî li dijî pîvanên destûrê ne.
Rûdaw: Wekî gaveke pratîk, di nivîsa xwe de tu qala wergirtina baweriyê ya ji serokwezîr a ji aliyê Serokkomar ve dikî. Lê ev jî mercên xwe hene, gelo Kurd dikarin vê yekê bikin? Serokkomar dê vê gavê bavêje?
Hawrê Tofîq: Bê guman di destûrê de hinek garantî hene ji bo rêgirtina li xerab bikaranîna desthilatê. Ya yekem ew e ku me serokwezîr nîne, Serokê Civata Wezîran heye. Divê hemû biryar di Civata Wezîran de bên standin. Civat tê wateya biryara bikom, yanî hevpeymaniya partî, netewe û pêkhateyên cuda.
Mixabin piştî kabîneya Nûrî Malikî, gav bi gav Civata Wezîran rola xwe winda kir û desthilat ber bi kesê serokwezîr ve çû. Li gorî destûrê, serokwezîr nikare serokê ti deste û saziyekê û pileya leşkerî bêyî dengdana Civata Wezîran diyar bike. Piştî Civata Wezîran divê parlamento jî deng li serê bide û piştre jî Serokkomar biryara wê îmze bike. Ev sê qonax in ji bo rêgirtina li tekrewiyê.
Lê niha ji bo serokwezîr bûye edet ku bi serê xwe biryaran dide û Civata Wezîran û Serokkomar jê bê agahdar in. Ev binpêkirineke eşkere ya destûrê ye.
Divê em rastiyan jî bibêjin; dibe ku me jî wekî qewareya Herêma Kurdistanê di hinek xalan de kêmasî hebin û em bi temamî pêbendî destûrê nebûbin. Lê niha dema gavên pratîkî ye. Eger her du şirîkên sereke bi du awayên cuda tevbigerin, ev dê ziyanê bide berjewendiyên Herêmê.
Pêşniyara min ew e ku hemû aliyên Kurdistanî di zûtirîn demê de li Bexdayê odeyeke hevbeş a operasyonan ava bikin û bibin yek enî. Hefteyekê parlamentoyê boykot bikin, hefteyekê Civata Wezîran boykot bikin û bixwazin ku her du hikûmet li ser maseyê rûnin û rêyeke sêyem bibînin.
Li ser stendina baweriyê ya ji serokwezîr de, destûr rê daye Serokkomar ku daxwaza stendina baweriyê bike. Lê dema ku vê daxwazê dike divê parlamento bi dengê ji sedî 50+1 daxwazê bipejirîne. Wekî ku tê zanîn rêjeya ji sedî 50+1 niha di destê birayên Şîe de ye.
Heke mercên nav parlamentoyê ne guncav bin û ev daxwaz biçe parlamentoyê lê dengê ji sedî 50+1 neyê wergirtin, ev dê serokwezîr hê xurttir û serhişktir bike û bertekên tundtir li pey xwe bîne.
Rûdaw: Gelekî spas kek Hawrê.
Hawrê Tofîq: Gelekî spas.


