Li Almataya paytexta çandî ya Qezaxistanê li ser dîro, wêje û zimanê Kurdî konferanseke girîng hat lidarxistin.
Di vê konferansê de gelek pispor û lêkolînerên ji Kurdistan, Ewropa û Qezaxistanê beşdar bûn.
Pirsgirêk û perspektîfên lêkolînên Kurdî hatin gotûbêjkirin.
Mamosteyê Zanîngeha Amsterdamê Michael Leezenberg bi gotara xwe ya li ser berhema Ehmedê Xanî ya “Mem û Zîn”ê bala her kesî kişand ser xwe.
Michael Leezenberg fîlozofekî Holendî ye.
Wî gelek salên xwe bi lêkolînên li ser felsefe, ziman û çanda Kurd derbas kirine.
Ew bi taybetî bi xebatên xwe yên li ser şahesera Ehmedê Xanî "Mem û Zîn"ê tê naskirin.
Di hevpeyvînê de Leezenberg ne tenê wekî akademîsyenekî, wekî dostekî ziman û çanda Kurdî jî diaxive.
Wî bi Kurmanciyeke baş û standart behsa xebatên xwe, nêrînên xwe yên li ser wêjeya Kurdî û rexneyên xwe yên li ser Kurdolojiyê kir.
Mijara herî girîng a vê hevpeyvînê, nêrîna Leezenberg a li ser “Mem û Zîn”ê ye.
Wî diyar kir ku ev berhem ne tenê berhemeke neteweyî ya Kurdî ye, divê wekî beşek ji şaristaniyeke mezin a kozmopolît were dîtin.
Leezenberg destnîşan kir ku Ehmedê Xanî bi zanebûn “Mem û Zîn” wekî berhemeke zanistî û felsefî nivîsandiye û got:
"Em bi rastî nikarin bibêjin ku îro `Mem û Zîn`a Xanî parçeyek ji wêjeya cîhanî ye. Mixabin."
Xaleke din a girîng a di gotinên Leezenberg de, rexneya wî ya li ser Kurdologan bû.
Wî bi taybetî behsa Kurdologên Sovyetê kir û got, wan wêje û dîroka Kurdan “folklorîze” kiriye û ew wekî çandeke devkî û gundî nîşan dane.
Leezenberg li ser vê yekê jî got ku kevneşopiyeke zanistî ya Kurdî ya nivîskî heye ku bi sedsalan kevn e.
Bi gotina wî lê ev kevneşopî ji aliyê rojhilatnas û Kurdologan ve hatiye paşguhkirin û xebatên zanayên Kurd ên wekî Mela Mehmûdê Bazîdî tenê wekî “agahîder” hatine dîtin.
Leezenberg her wiha behsa çîroka xwe ya fêrbûna zimanê Kurdî kir.
Wî da zanîn ku piştî dîtina zext û zordariya li ser Kurdan, bi taybetî piştî kîmyabarana Helebceyê, wî xwestiye ku Kurdan û doza wan baştir fêm bike û vê yekê jî ew ber bi fêrbûna zimanê Kurdî ve kişandiye.
Ew zimanê Kurdî wekî “zimanekî xweş û şîrîn” bi nav dike û bangî Kurdan dike ku zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin û xwedî lê derkevin.
Hevpeyvîna bi Michael Leezenberg re bi vî rengî ye:
Rûdaw: Michael, ez dizanim tu berê jî derketî çend bernameyên Rûdawê. Lê dîsa jî ez dixwazim temaşevanên me te nas bikin.
Michael Leezenberg: Belê, ez ji Holendayê me. Ez fîlozof im, karê min û lêkolîna min bi fermî li ser felsefeyê ye. Di heman demê de min carnan li ser ziman, dîrok û çanda Kurdî jî lêkolîn kiriye. Beriya mehekê min pirtûkek li ser “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî qedand û niha hatiye çapkirin. Pirtûka min a lêkolînê bi Îngilîzî ye. Ez hêvî dikim ku wergerek bi Kurdî yan jî bi Tirkî jî çêbibe. Lê niha ez hêdî hêdî wergereke “Mem û Zîn”a Xanî bi Holendî jî amade dikim.
Rûdaw: Di konferansê de te got “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî ne tenê berhemeke xwecihî yan jî neteweyî ye, ew li derveyî sînorên neteweyî ye, heta gerdûnî ye. Mebesta te çi ye û tu çawa şîrove dikî?
Michael Leezenberg: Ji ber ku heta niha hemû bawer dikin ku “Mem û Zîn”a Xanî ji kevneşopiya folklorî ya Kurdî derketiye û pirtûkeke bi temamî Kurdî ye. Çend helbestên klasîk ên Kurdî hene, wekî mînak li ser “Leyla û Mecnûn”ê. “Leyla û Mecnûn” helbesteke Farisî û Erebî ye jî lê bi giştî dibêjin ku “Mem û Zîn” bi temamî Kurdî ye.
Min got ku ev bi temamî ne rast e, ji ber ku em nizanin, dibe ku ev tenê kevneşopiyeke Kurdî bûbe. Demekê ev kevneşopiyeke devkî bû, nehatibû nivîsandin. Em nizanin beriya sêsed, çarsed salan ev kevneşopî çawa bû. Lê em dizanin ku di wê demê de gelek çîrokên ji “Şahname”ya Firdewsî wekî guhertoyên devkî hatine gotin. Ev kevneşopiya devkî jî wekî beşek ji wêjeya klasîk a Farisî û kevneşopiyên Îranî hatiye vegotin. Dengbêj û çend stranbêjên Kurd “Mem û Zîn” gotine, heta hin ji wan Ermenî yan Cihû jî bûn, ango ne tenê Kurd bûn.
Di dema Xanî de her kesî dizanî ku zimanê klasîk ê wêjeyî Farisî bû. Wekî mînak, helbestvanên Osmanî bi giştî bi Farisî dinivîsandin. Di hemû Împaratoriya Osmaniyan de helbesta Farisî dihat nivîsandin, yan jî bi zimanên din dihatin nivîsandin lê gelek peyv û motîfên wan ji ya Farisî ya klasîk dihatin wergirtin. Ez dibînim ku “Mem û Zîn”a Xanî jî helbesteke wisa ye. Ango ew di nav şaristaniya klasîk a Farisî de ye, ne tenê bi zimanê Farisî ye lê di nav çanda Farisî ya giştî de ye.
Xanî di pêşgotina helbesta xwe de dinivîse, “Min xwest helbestekê bi zimanê ‘amê’ jî, ango bi zimanê Kurdî jî binivîsim, ji bo xelkê Kurd.” Lê di rastiyê de ew ne helbesteke gelêrî ye, helbesteke zanistî ye, bi gelek têgehên Farisî, zanistî û felsefî ye. Wisa dikarim bibêjim ku ev wêjeyeke kozmopolît e, ne tenê ji kevneşopî û çanda Kurdî hatiye avakirin, ew ji şaristaniyeke kozmopolît e.
Lê min ev jî nivîsiye ku ev wêjeya cîhanî ye. Beriya çend salan li Başûr nîqaşek hebû: “Gelo Mem û Zîna Xanî wêjeya cîhanî ye an na?” Çend kesan digot ku bi wergerên nû yên Fransî, Almanî û Îngilîzî ew êdî bûye kanonîk. Wêjeya cîhanî, wêjeya kanonîk e, wekî mînak romanên Tolstoy û Dostoyevskî. Ew wekî wêjeya klasîk hatine naskirin û her kes dixwaze wan bixwîne. Lê ez bawer dikim ku mixabin heta îro Mem û Zîna Xanî nehatiye kanonîzekirin, ji ber ku di rexneya wêjeyî ya navneteweyî de cih negirtiye. Wekî mînak, çend weşanxaneyên li Kurdistanê û çend weşanxaneyên biçûk li Ewropayê wergerên “Mem û Zîn”ê weşandine lê di rojname û kovarên wêjeyî yên Ewropayê de heta îro nehatiye dîtin. Loma em nikarin bibêjin ku îro “Mem û Zîn”a Xanî parçeyek ji wêjeya cîhanî ye. Mixabin. Ez hêvî dikim ku rojekê ev yek jî pêk were.
Rûdaw: Baş e, yên ku bo Rûsî, Azerbeycanî, Tirkî, Erebî û Farisî hatine wergerandin nakevin wê kategoriya cîhanîbûnê?
Michael Leezenberg: Berê min jî wisa nivîsandibû ku wêjeya cîhanî ye. Li gorî profesorê rehmetî yê Harvardê David Damrosch, wêjeya cîhanî ew e ku pirtûkek ne tenê bi ziman û çanda xwe, bi zimanên din û di çandên din de jî were xwendin.
Rûdaw: Mamoste, çend sal berê te di gotarekê de rexneyên giran li Kurdologan girtin. Bi taybetî li ser Kurdologên Sovyetê ku te got wan wêje û dîroka Kurdî "folklorîze" kirine. Bingeha rexneyên te çi ye?
Michael Leezenberg: Beriya her tiştî ez dixwazim bibêjim ku xebatên Auguste Jaba û rojhilatnasên din ên Rûsî wekî Minorsky û Nikitin gelekî biqîmet in. Lê di heman demê de, di nivîsên Jaba û xebatên wî yên bi Mela Mehmûdê Bazîdî re tiştekî din heye. Jaba ji Bazîdî xwestiye ku li ser etnografiya Kurdî binivîse, wekî mînak ‘Adet û Rusûmetnameya Ekradiye’. Mela Mehmûdê Bazîdî melayek bû, ne antropolog bû lê wî li ser adetên Kurdan xebatên gelekî biqîmet nivîsandine.
Lê ev xebat bi giştî bi navê Jaba hatine weşandin. Navê Bazîdî? Wekî mînak, Bazîdî destnivîsa rêzmana Elî Teremaxî ya Kurmancî dabû Auguste Jaba. Ew destnivîs sed sal di pirtûkxaneya akademiya zanistî ya Petersburgê de ma û paşê ji aliyê Marûf Xeznedar ve hat çapkirin.
Li gorî min, rojhilatnasiya Rûsî ev e ku zanistiya Kurdî wekî zanist nedîtiye. Zanayên wekî Mehmûdê Bazîdî tenê wekî ‘agahîder’ hatine dîtin. Bavê Kurdolojiyê kî ye? Garzonî tê qebûlkirin lê di rastiyê de Elî Teremaxî bavê Kurdolojiyê ye, ji ber ku ‘Serfa Kurmancî’ beriya pirtûka Garzonî hatiye nivîsandin.
Kevneşopiyeke zanistî ya Kurdî ya medreseyî heye ku ji sedsala 17an ve dest pê kiriye û pirtûkên wekî “Mem û Zîn”, ‘Eqîdeya Îmanê’ û “Nûbihar” bi Kurdî hatine nivîsandin. Îro jî hinek Kurdnasên li Ewropayê hene ku bi Kurdî kêm yan jî qet nizanin û ev folklorîzekirina Kurdan didome. Kurd tenê wekî eşîr û gundî tên dîtin, ne wekî gelekî bajarî yê xwedî şaristaniyeke nivîskî. Girîng e ku em li ser vê kevneşopiya zanistî ya Kurdî zêdetir lêkolînan bikin.
Rûdaw: Em vegerin ser konferansê. Te konferans çawa dît? Tezên girîng çi bûn?
Michael Leezenberg: Ez gelekî kêfxweş im ku em li Qezaxistanê ne. Ji ber ku li vir komeke Kurdan heye ku beriya 90 salan ji aliyê Stalîn ve hatine sirgûnkirin. Li vir ziman û çanda Kurdî ne qedexe bûn û ew gelekî çalak in. Çend federasyonên Kurdan hene û xebatên wan gelekî biqîmet in. Têkiliyên bi Kurdên Asyaya Navîn re ji bo me gelekî girîng in.
Rûdaw: Li ser arîşeya asîmîlasyonê pêşniyar an biryarên taybet hebûn?
Michael Leezenberg: Pêwîst e perwerdeya ziman û dîroka Kurdî bidome. Ez hêvî dikim ku pirtûkek ji vê konferansê bê çapkirin. Li vir derfetên fêrbûna zimanê Kurdî hene lê kêm in. Konferans him akademîk him jî civakî û rewşenbîrî bû.
Rûdaw: Dibe ku ev pirseke magazînî be lê Michael Leezenberg çawa wisa xweş û akademîk bi zimanê Kurdî diaxive?
Michael Leezenberg: Min di sala 1988an de dema ez xwendekar bûm dest bi fêrbûna Kurdî kir. Wê demê ez çûm Tirkiyeyê, bi taybetî Bakur û Sûriyeyê. Min li wir dît ku Kurd bindest in û nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Gava ez vegeriyam Ewropayê, nûçeyên Kîmyabarana Helebceyê hatin. Min xwest bizanim çima Kurd ew qasî bindest in, loma min dest bi fêrbûna ziman û dîroka Kurdî kir. Piştre ez gelek caran çûm herêmê û zimanê min ê Kurdî baştir bû.
Rûdaw: Gelo fêrbûna zimanê Kurdî zehmet e?
Michael Leezenberg: Wekî ziman ne gelekî zehmet e. Lê dema min dest pê kir, pirtûkên dersê gelekî kêm bûn. Tenê rêzimana Lescot û Bedirxan û pirtûkek bi Almanî ya Profesor Zerdeşt Heco hebû. Wan gelek alîkariya min kir.
Rûdaw: Hinek Kurd hene dibêjin piştî vî emrî em nikarin fêr bibin. Tu ji wan re çi dibêjî?
Michael Leezenberg: Dibe ku sedemên din jî hebin. Bi taybetî ji bo Kurdên Bakur axaftina bi Kurdî tiştekî wekî şermê tê dîtin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî wisa nîşan dide ku ev zimanekî gundî û bêstandard e. Kesên ku ditirsin hene. Lê niha li Tirkiyeyê di çend zanîngehan de beşên Kurdî hene û TRT Kurdî heye. Dîsa jî zarok dipirsin: “Çima em fêr bibin eger ji bo karê me ne lazim be?” Lê ez hêvî dikim her kes zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe, ji ber ku zimanekî xweş û şîrîn e.
Rûdaw: Tu kîjan navî ji bo xwe tercîh dikî? Min bihîstibû te digot “Ji min re nebêjin Maykil.”
Michael Leezenberg: Mîkayl, wekî hûn dixwazin. Bi Holendî Mixayel e, bi Îngilîzî Maykl e, bi Rûsî Mîxaîl e. Ji bo Kurdî jî dikare bibe Miho, Miko, yan jî Memo. Hemû baş in!
Rûdaw: Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê.



