Birêvebirê Serê Kaniyê Ebdulah Ceşem li ser dema vegera koçberan û derketina Erebên hawirde ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got: "Dema ku vekirina rêyan û paqijkirina mayînan bi dawî bibe, em dê dest bi vegerandina koçberan bikin."
Bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yek ji wan deverên herî diyar e ku di salên borî de rastî pêlên koçberiyê hatiye.
Niha jî dosyeya vegera xelkê koçber, vegerandina aramiyê û xizmetguzariyan yek ji astengiyên herî mezin e.
Ev hevpeyvîn agahiyan li ser rewşa bajêr a di warê ewlehî, îdarî û xizmetguzariyê de li xwe digire.
Her wiha dosyeya koçberan, mafê vegera wan, astengiyên li pêşiya vegerê ku dosyeya xaniyan û paqijkirina mayînan jî di nav de ye û planên çalakkirina ducare ya sazî û fermangehên giştî tên gotûbêjkirin.
Hevpeyvîna Birêvebirê Serê Kaniyê Ebdulah Ceşem ya bi Nalîn Hesenê re:
Rûdaw: Hûn rewşa niha ya bajêr di warê ewlehî, xizmetguzarî û îdarî de çawa pênase dikin?
Ebdulah Ceşem: Hûn bi xêr hatin û spas ji bo mêhvandariyê. Hikûmeta Sûriyeyê 28ê Sibatê bajarê Serê Kaniyê wergirt. Îdareya navçeyê û xebatkarên şaredariyê bi hemû şiyana xwe dixebitin. Di beşa paqijiyê de, 110 karker tevahiya hefteyê bajêr paqij dikin. Di beşa avê de, li vê navçeyê 72 bîr dixebitin ku hinek ji wan bi enerjiya rojê û hinek jî bi elektrîkê dixebitin. Rewş baş e û xizmetguzarî hene lê binesaziya Serê Kaniyê pêwîstî bi nûjenkirin û karekî mezin heye. Bi taybetî ku li derdora Hisîçayê di kampan de 12 hezar malbatên koçber hene û vegera wan pêwîstî bi başkirina binesaziyê heye da ku têra her kesî bike. Îro 12 hezar malbat ne hejmareke hêsan e, hejmareke mezin e û dibe ku hejmara wan bigihe 60 hezar kesî. Niha nifûsa vê navçeyê 130 hezar kes e. Eger 60 hezar kesên din jî werin, divê nan, av, binesazî û xizmetguzarî werin dabînkirin.
Rûdaw: Gelo tenê mijara xizmetguzariyan astengiya sereke ya li pêşiya vegera xelkê ye yan sedemên din jî hene?
Ebdulah Ceşem: Na. Mijara xizmetguzariyan di rêza duyem de ye lê girîng e. Mijara vegera koçberan a Serê Kaniyê û ji Serê Kaniyê aloz e. Di serî de girêdayî vekirina rêyan û paqijkirina mayînan e. Wezareta Parastinê zêdetirî mehekê ye li herêma ji rêya M4ê heta sînorê Tirkiyeyê mayînan paqij dike. Ew herêmeke mayînkirî û gelekî xeternak e. Eger ev mayîn neyên paqijkirin, sivîl nikarin derbas bibin. Ya duyem, li nav bajarê Serê Kaniyê bi xwe koçberên ji navçeyên din ên wekî Qamişlo, Hisîçayê û taxên Xiwêran û Ezîziyeyê hene. Em bi hevahengiya bi Şandeya Serokatiyê ya ku çavdêriya entegrasyonê dike re, hewl didin ku ew jî vegerin cihên xwe. Helbet hejmareke baş a koçberan vegeriyaye lê ne bi şêweyê karwanan, wekî kes.
Rûdaw: Hejmara kesên ku vegeriyane navçeyên wekî Hisîçayê û hejmara koçberên Serê Kaniyê yên ku vegeriyane bajarê xwe çend e?
Ebdulah Ceşem: Hejmareke teqez nîne ji ber ku veger berdewam dike lê amara dawî nîşan dide ku nêzîkî 300 malbat vegeriyane gundên wekî Şukriye, Ebdulselam û Mişrafeyê. Her wiha malbatên din jî vegeriyane navenda bajarê Serê Kaniyê. Bi giştî li gorî hejmara koçberan ev hejmar ne mezin e lê vegereke berdewam heye.
Rûdaw: Dê kengî karwanên vegera xelkê Serê Kaniyê bi rê bikevin, wekî ku ji bo xelkê Efrînê çêbû? Gelo demeke diyarkirî heye ku dest pê bike?
Ebdulah Ceşem: Dem girêdayî Şandeya Serokatiyê ye ku çavdêriya vegera koçberan dike. Wekî we dît, karwanên mezin çûn Efrînê. Li Serê Kaniyê dê pirsgirêk beş bi beş were çareserkirin. Pêşî, dema ku vekirina rêyan û paqijkirina mayînan bi dawî bibe, em dê dest bi vegerandina koçberên li Serê Kaniyê bikin û pişt re jî koçberên ku vedigerin wê derê bi cih bikin. Ev erk di stûyê Şandeya Serokatiyê de ye û ew bi awayekî çir li ser dixebitin.
Rûdaw: Gelo mimkin e demeke nêzîk, di nav meh an hefteyan de were diyarkirin?
Ebdulah Ceşem: Ev yek di pileya yekem de girêdayî leza Wezareta Parastinê ya di paqijkirina mayînan de ye. Zêdetirî mehekê ye ew dixebitin û nêzîkî ji sedî 40 heta 50yî yê karî qedandine. Eger wezaret bibêje ku rewş ewle ye, ez bawer im Şandeya Serokatiyê dê dest bi vegerandina koçberan bike.
Rûdaw: Gelo rewşa ewlehiyê ji bo vegera koçberan guncav e?
Ebdulah Ceşem: Belê, niha rewşa ewlehiyê di bin çavdêriya Îdareya Ewlehiya Navxwe de ye û polîsên sivîl û leşkerî jî ser bi wezaretên xwe ve ne, wekî Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Parastinê. Wekî hûn dizanin, Serê Kaniyê ji sala 2019an ve hatiye rizgarkirin. Rewşa ewlehiyê li wir asayî ye, wekî li Şedadê, Til Hemîs û navçeyên din ên Hisîçayê, Reqa û Dêrezorê. Ewlehiya Navxweyî ya ser bi Wezareta Karên Navxwe ve çavdêriya rewşa ewlehiyê ya li Serê Kaniyê dike. Spas ji Xwedê re ti binpêkirin, teqîn yan tiştekî ku rê li ber vegera koçberan bigire nîne, ji xeynî wan sê xalên ku me behsa wan kir û wezaretên peywendîdar li ser wan dixebitin.
Rûdaw: Gelo planeke we heye ji bo valakirina xaniyan û radestkirina wan ji bo xwediyên wan ên resen dema ku vedigerin mal û gundên xwe yên li Serê Kaniyê?
Ebdulah Ceşem: Pirsgirêka xaniyan pirsgirêkeke qismî ye li navenda bajêr lê li gundan ti xaniyên ku ji aliyê kesên din ve hatibin dagirkirin nînin. Me bi hevkariya Wezareta Parastinê re, alîkarî kir ku gelek malbatên mezin vegerin. Wekî mînak, malbata "Mela Dewîş" û "Mihemed Seîd" ên ku ji pêkhateya Êzidî ne vegeriyan gundê Şukriyeyê. Her wiha malbatên mezin ên Kurd ên wekî malbata Ebdulbaqî Sîda, Ehmed Îsmaîl Omer Sîda û Mihemed Ebdulmecîd Oso vegeriyan û bi awayekî qismî erdên xwe wergirtin, heta kirêya erdên xwe û berhemên xwe yên berê jî wergirtin. Dema ku ewlekirina gundan bi dawî bibe û rê werin vekirin û koçberên li Serê Kaniyê vegerin cihên xwe yên li Qamişloyê û navenda bajarê Hisîçayê wekî taxên Xiwêran û Ezîziyeyê, bê guman ev xanî dê ji bo xwediyên wan amade bin. Ev mafê wan e û ne minet e.
Rûdaw: Di rewşa ku aliyek dest deyne ser erdê welatiyekî, gelo ofîseke diyarkirî ji bo pêşkêşkirina giliyan heye?
Ebdulah Ceşem: Bê guman, Ofîsa Lihevhatin û Şopandinê li Îdareya Navçeya Serê Kaniyê heye û ew van mijaran ji nêzîk ve dişopîne. Her dema ku kesek bê û bibêje erdê wî li cem filan kesî ye, em yekser wî dişînin wê derê. Her kesê ku vegeriyaye Serê Kaniyê, kirêya erdên xwe ya demsalên borî wergirtiye.
Rûdaw: Kîjan sazî û fermangeh vegeriyane ser karê xwe û kîjan rawestiyane?
Ebdulah Ceşem: Şaredarî bi temamî dixebite. Di beşa enerjiyê de, elektrîk 24 saetan heye û ev yek li ser asta Sûriyeyê tiştekî kêmpeyda ye, ji xeynî navçeyên bakur, ji ber ku elektrîk ji Tirkiyeyê tê û bihayê wê hinekî bilind e lê ev jî ji ber kalîteya elektrîkê ye. Av û firin gelekî baş dixebitin. Di warê tenduristiyê de, Nexweşxaneya Niştimanî hatiye çalakkirin ku şeşemîn nexweşxaneya herî mezin a Sûriyeyê ye û kapasîteya wê 200 text e. Çend roj berê laboratiwar ket xizmetê û Birêvebiriya Tenduristiyê bi bijîşkan re peyman çêkiriye. Niha nêzîkî 360 kes li nexweşxaneyê dixebitin. Xizmetguzariyên sereke baş dixebitin lê pêwîstiya me bi piştgiriya rêxistinên wekî Xaça Sor a Navneteweyî heye ku soz daye hinek stasyonên avê bi pêş bixe û amûrên klor û paqijkirinê zêde bike. Her wiha Stasyona Elokê dê di demeke nêzîk de were vekirin.
Rûdaw: Te behsa Stasyona Elokê kir, av gihîştiye hinek taxên Hisîçayê. Dê kengî stasyon bi awayekî fermî were vekirin?
Ebdulah Ceşem: Bi îhtimaleke mezin, dê sibe (Çarşem 22yê Tîrmeha 2026an) yan jî dusibe (Pêncşem 23yê Tîrmeha 2026an) bi amadebûna Şandeya Serokatiyê, Emîd Ziyad El-Ayiş, Parêzgarê Hisîçayê û çalakvanên sivîl bi awayekî fermî dest bi kar bike. Niha bi awayekî ezmûnî dixebite ji bo ceribandin û paqijkirina xetan.
Rûdaw: Wekî birêvebirê navçeyê, peyama te ji bo koçberên Serê Kaniyê çi ye?
Ebdulah Ceşem: Mafê vegerê bi qanûnê hatiye parastin. Ev soza Serokkomarê Sûriyeyê Birêz Ehmed Şer e ku heta dawiya sala 2026an dê ti koçber di konan de nemînin, ne li ser asta Sûriyeyê û ne jî li ser asta Hisîçayê bi tenê. Bi îzna Xwedê dê her kes vegere malên xwe. Ev maf e.
Rûdaw: Te çend caran navê Ras El-Eynê bi kar anî. Pêkhateya Kurd dibêje Serê Kaniyê û Ereb jî dibêjin Ras El-Eyn. Ez dizanim ku hûn di saziyên hikûmî de navê Ras El-Eynê bi kar tînin lê me li Kobaniyê dît ku hikûmetê navê Kobaniyê li tabloya sereke zêde kir. Gelo mimkin e ev tecrube li Serê Kaniyê jî ducare bibe?
Ebdulah Ceşem: Mijara navan ji aliyê Wezareta Birêvebiriya Xwecihî ve yan jî bi biryarnameya Serokkomar tê diyarkirin. Kes nikare navê navçeyekê biguherîne heger ne bi rêkarên diyarkirî be. Eger dewlet wî navî pesend bike, dê were bikaranîn. Navê "Serê Kaniyê" wekî hûn dibêjin û navê wê Ras El-Eyn di pirtûkên Yaqût El-Hemawî de beriya zêdetirî hezar salî hatiye nivîsandin. Navê ku niha li Wezareta Rêveberiya Xwecihî wekî navçe hatiye tomarkirin Ras El-Eyn e. Wekî kes, ti pirsgirêka me nîne eger dewlet biryar bide ku her du navan bi kar bîne, ev di desthilata wan de ye, ne di desthilata me de ye. Eger Kobanî li ser tabloyê hatibe nivîsandin û eger ji aliyê dewletê ve hatibe pesendkirin, ev tê wê wateyê ku dewletê ew pêşkêş kiriye. Eger nehatibe pesendkirin, ew navekî demkî ye.
Rûdaw: Birêz Ebdulah Ceşem, Birêvebirê Navçeya Serê Kaniyê, gelekî spas.
Ebdulah Ceşem: Hûn bi xêr hatin, spas ji bo we.

.webp&w=3840&q=75)

