Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di hevpeyvîneke li gel Tora Medyayî ya Rûdawê li Washingtonê de bal kişand ser serdana şandeya Îraqê ya Amerîkayê û civîna Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ragihand ku vê serdanê "rûpeleke nû" di pêwendiyên Bexda û Washingtonê de vekiriye û pêwendî ji warê ewlehî û leşkerî veguheriye hevkariyeke stratejîk a aborî.
Heyder Ebûdî her wiha qala mijara kontrolkirina çekan, meaşên karmendên Herêma Kurdistanê û peymanên aborî jî kir.
Hevpeyvîna Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ya bi Diyar Kurde re:
Rûdaw: Ji min re bibêje civîna Koşka Spî çawa bû? Donald Trump gelekî kêfxweş bû û Serokwezîr jî gelekî kêfxweş xuya dikir, encama wê civînê çi bû eger tu ji xelkê Îraqê û Herêma Kurdistanê re bibêjî?
Heyder Ebûdî: Belê, spas ji bo te û spas ji bo kanala we ya birêz. Di destpêkê de, civîna doh a di navbera Serokwezîrê Îraqê Birêz Elî Falih Zeydî û Serokê Amerîkayê de; di rastiyê de civîneke girîng bû ku guhertineke nû û rûpeleke nû di dîroka pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Washingtonê de vekir.
Vê pêwendiyê şêwazeke nû ya dan û standinê ji asoyeke nû wergirtiye û rê xweş dike ji bo hevkariyeke stratejîk ku li ser bingeha aborî û veberhênanê ya di warên hevbeş de be û her du alî li ser bingeha berjewendiya hevbeş û qezenca dualî jê sûdê wergirin. Ev cure pêwendiyên ku pişta xwe bi berjewendiyên hevbeş ve girê didin, dê berdewamî û aramiyeke wan a zêdetir hebe, li gorî wê pêwendiya ku tenê li ser aliyê ewlehî û leşkerî bû, wekî wan salên borî ku li Îraqê derbas bûn.
Wekî ku tu dizanî, pêwendî berê di rewşekê de bûn ku bi qeyran û birêvebirina qeyranan dihat veşartin lê belê îro ev destpêka nû ya ber bi hevkariyeke aborî ya berdewam û aram, wisa dike ku rêya pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de derbasî qadeke stratejîk a nû û aram bibe ku qala berjewendiyên her du gelan dike. Ev têgihiştin di civîna girîng a di navbera Birêz Serokwezîr û Serokê Amerîkayê de derketin holê ku dê bibin sedema îmzekirina çendîn peymanan.
Rûdaw: Serokê Amerîkayê Donald Trump got em dê piştgiriya vî Serokwezîr bikin ji bo wan astengiyên ku li pêşiya wî ne; hûn daxwaza çi piştgiriyekê ji Serokê Amerîkayê dikin? Hûn dixwazin Amerîka ji kîjan aliyî ve piştgiriya we bike û we çi soz jê wergirtin ji bo ku dema hûn vegerin wan peymanan bi cih bînin û her wiha pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê re baştir bi pêş bixin?
Heyder Ebûdî: Ji xeynî wê yekê ku her kesî têbînî kir di pêşwaziya germ û wê piştgiriya ku pêşkêşî şandeya Îraqî ya bi serokatiya Birêz Serokwezîr hat kirin; metodê hikûmetê û gavên wê yên pratîkî di dan û standina li gel dosyeyên aloz û kombûyî de, wisa kir ku civaka navneteweyî di vê qonaxê de bi çavekî tijî bawerî û navdariyeke navneteweyî li hikûmeta Îraqê binêre.
Çimkî wekî ku tu dizanî, pêwendiyên derve li ser bingeha karkirina bi hev re û wan garantiyan çêdibin ku di wan qadên hevbeş de hene. Tiştê ku îro ji aliyê hevbeşên navneteweyî û hevkariya stratejîk, bi taybetî Amerîkayê, ji quncikeke girîng ve tê dîtin, ew jî şiyana hikûmeta Îraqê ye ji bo bicihanîna bernameya xwe ya wezarî di pirsa sînordarkirina çekan di destê dewletê de û şiyana birêvebirina dosyeya aborî bi nêrîneke cîgir ku ji berjewendiyên dewleta Îraqê çavkanî werdigire.
Çimkî niha qonax û rewşa jeopolîtîk a herêmê gelekî aloz û hestyar e û pêwîstî bi xwendineke hûr heye ji bo birêxistina ducare ya aboriya Îraqê ku bi aboriyekê tê naskirin ku tenê pişta xwe bi petrolê ve girê dide. Lê belê di vê qonaxê de hikûmeta Îraqê gav avêtiye ji bo birêxistina karên xwe bi arasteya avakirina hevkariya aborî ya stratejîk û qerebûkirina qeyrana Tengava Hurmizê û vekirina asoyeke nû û rêyeke aram ji bo dahatên dewleta Îraqê ya bi rêya bikaranîna hevkariya aborî ya stratejîk.
Rûdaw: Te qala çekan di destê dewletê de kir, Serokwezîr jî soza wê yekê da ku çek dê di destê dewletê de bin heta 30ê Îlonê, ev ne sozeke mezin e? Hikûmetên berê jî hewl dan, çi wisa li we dike ku bi wê baweriya zêde ji Amerîkayê re bibêjin em çekan tînin destê dewletê û ew kom dê ti çek di destê wan de nemînin?
Heyder Ebûdî: Ev ne tenê soz in, nîşaneya ji arasteyeke hikûmeta Îraqê û Birêz Serokwezîr dike, ji wê kêliya yekem a ku baweriya bernameya hikûmetê wergirt. Ev bername wê yekê li xwe digire ku sînordarkirina çekan di destê dewletê de yek ji bingehên serweriya dewleta Îraqê ye, her wiha girêdana biryara ewlehiyê bi sîstemeke navendî ve. Ji wê yekê rewşeke aramiya navxwe ji bo dewletê tê pêş. Ev aramî jîngeheke aram ji bo veberhênanê û rewşeke erênî ji bo bipêşketinê dabîn dike. Bi rêya wê aramiyê û wan garantiyên ewlehiyê, hevbeşên navneteweyî û dostên navneteweyî bi wî awayî li dewletê dinêrin ku jîngeha Îraqê derfeteke bipêşketin û veberhênanê ya gelekî baş e û hêjayî vê hevkariya stratejîk e.
Rûdaw: Li Koşka Spî nûnerê Herêma Kurdistanê di nav şandeyê de nebû, xelkê pirsî gotin çima tê de nîne? Bersiva we çi ye ji bo wê pirsê?
Heyder Ebûdî: Rê bide min bibêjim pirs ne hûr e. Çima? Çimkî Serokwezîr dema ku derbarê pêwendiyên wî yên bi Herêma Kurdistanê re pirs jê hat kirin, wekî yek ji endamên laşê xwe wesif kir. Ew nûnertiya Herêma Kurdistanê dike, nûnertiya Besreyê dike, nûnertiya rojava û rojhilatê parêzgehên Îraqê dike. Dema ku tê pirsîn kî nûnertiya Herêma Kurdistanê dike? Em dibêjin Birêz Serokwezîr.
Rûdaw: Doh civînek li vir hat kirin li gel Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, tu dizanî Îraqê pirsgirêka kaş (pereyê neqdî) hebû, gelo we soza wê yekê wergirtiye ku pirsgirêka kaş namîne û Amerîka dê careke din dolaran bişîne Îraqê? Ew rêkarên ku li ser hikûmeta berê danîbûn hatine rakirin?
Heyder Ebûdî: Di destpêkê de, neqda derbasbûna dolaran ne alîkar e. Ev xaleke zelal e. Ev tenê pereyên Îraqê ne, ev rêkar nêzîkî du deheyan e bi hevahengiya li gel dostên li aliyê Amerîkayê hatiye danîn, bi rêya vekirina hejmareke Banka Navendî ya Îraqê li Banka Federal a Amerîkayê. Di vê hejmarê de pereyên dahata hinartina petrolê tên danîn. Dîrokeke vê hejmarê heye ku dibe beşeke tu û pisporên darayî bizanibin. Hevahengiya ji bo wergirtina beşên dolaran ji aliyê Banka Navendî ve li gorî nêrîneke salane ya rêkxistî û lêkolînkirî hatiye kirin, li gorî wê siyaseta neqdî ya Banka Navendî tê meşandin. Ji ber wê daxwazê ji aliyê Amerîkayê dike ku van mîqdarên pereyan bi diravên biyanî bide ji bo wan mebestên ku ew bi xwe li gorî siyaseta xwe ya neqdî diyar dike. Kar û bar di vî arasteyî de wekî berê nemane piştî ku xetên veguhastina asmanî ji kar ketin; çimkî ev bi rêya asmanî tê veguhastin ne bejahî. Demeke kurt beriya niha qismek hat şandin, hevahengî ji bo qismeke din jî heye; naxwe kar û bar li gorî hevkariya Îraqî-Amerîkî bi arasteyekî rast de diçin li gorî mafên yasayî û tiştê ku ev hevkarî pêwîst dike.
Rûdaw: Êdî pereyên Îraqê wekî dîl nayên girtin li cem Amerîkayê? Xelkê Îraqê kêfxweş be û bibêje temam ev çareser bû?
Heyder Ebûdî: Pêwendiya Îraq û Amerîkayê derbarê van pereyên ku te amaje pê kir, avakirina vê hejmarê pêwendiya wê bi rewşa piştî 2003yan ve heye. Rewşa piştî 2003yan û metirsiya wê yekê ku deyndar dest deynin ser van pereyan; çimkî hinek pere yan deyn hene ku vedigerin serdema 1980yan. Aliyên navneteweyî hene ku hûrgiliyên wan deynên ku li ser Îraqê ne vedigerînin dema şerê Îraq û Îranê û heta piştî wê jî. Ev rêkar biryarek e ji bo parastina demkî ya pereyên Îraqê heta ku destdanîn an biryarek ji dadgehên navneteweyî ve nebe ji bo birina van pereyan bi awayekî rasterast. Ji ber wê danîna bi awayekî yasayî li Banka Federal a Amerîkayê, parastina pereyên Îraqê ye û ne wekî dîl e.
Rûdaw: Serokwezîr bi çenteyeke tijî peyman diçe Houstonê, peymanan dike li gel şirketên petrolê yên Amerîkî, berê jî ev peyman hatine kirin, çi nûçeyeke xweş tê de heye ji bo Îraqiyan? Ev tenê ji bo Amerîkayê baş e? Eger ji bo Îraqê baş e, sûda wê ji bo Îraqiyan çi ye? Çima di şûna Çîn û Rûsyayê de tenê peymanan didin Amerîkayê? Wate pêşbaziyeke hêsan hebe ji bo ku hemû welat karibin beşdar bin, ne tenê girêbestan bidin Amerîkiyan.
Heyder Ebûdî: Di vê dosyeyê de komek hûrgilî hene ku pêwendiya wan bi peyman û îmzekirina çaverêkirî ya di navbera her du aliyan de heye, bi taybetî di warê enerjiyê de; li vir dema ku em qala enerjiyê dikin, em qala petrol û elektrîkê dikin, her wiha di warê bipêşketinê de jî. Îraq niha xwediyê nêrînekê ye ji bo curbicurkirina çavkaniyên hinartina petrola Îraqê û pêwîstiya wê bi hevkariya li gel şirketên mezin heye ku di vî warî de pîşedar in û xwediyê tecrube û dîrokeke dirêj in. Li ser vê bingehê, yek ji rawestgehên serdana Birêz Serokwezîr a Amerîkayê, berdewambûna li ser van têgihîştinan û bicihanîna wan bi awayekî yasayî li ser erdê ye.
Rûdaw: Serokwezîr beriya ku bê Amerîkayê pêngaveke mezin a dijî gendeliyê dest pê kir, hemû Îraqî bi Kurdistanê ve jî bi wê pêngavê kêfxweş bûn, gelo ev pêngav dê berdewam bike û serên mezintir û gendelên mezintir dê pê ve bibin? Yan astengî zêde ne û nikarin bi hêsanî rûbirûyî gendeliyê bibin?
Heyder Ebûdî: Pêngava berbangê ya ji bo rûbirûbûna gendeliyê ku hat ragihandin û hemû Îraqiyan û heta cîhanê jî dît, pabendbûneke niştimanî ya hikûmeta Îraqê ye, her wiha pabendbûneke niştimanî ya Encumena Bilind a Dadweriyê û Parlamentoya Îraqê ye jî. Van her 3 desthilatan hewldanên xwe kirine yek ji bo rûbirûbûna dosyeyekê ku gefê li dewleta Îraqê û serwet û saman û paşeroja gel dike. Îro ev rûbirûbûna hêzên gendeliyê, ne bûyereke demkî ye, ev desthilat bi taybetî Encumena Dadweriyê û Desteya Destpakiyê berdewam in li ser şopandina îtirafên wan tohmetbarên ku hatine desteserkirin. Hikûmeta Îraqê dudil nebûye û ranaweste di şopandina wan kesên ku tevlî destdirêjiya li ser malê giştî bûne û wan kesên ku samana xwe bi awayekî neyasayî zêde kiriye û tevlî gelek pirsgirêkan bûne.
Rûdaw: Temaşevanên min li Kurdistanê hez dikin ez pirsa meaşê bikim; pirsgirêka meaşgirên Herêma Kurdistanê dê çareser bibe di serdema vê hikûmetê de? Niyeta Serokwezîr çi ye û hûn dixwazin çawa vê pirsgirêkê çareser bikin ji bo ku êdî ev pirs ji te neyê kirin wekî Berdevkê Hikûmeta Îraqê.
Heyder Ebûdî: Ev dosye pêwendiya wê bi niyetê ve nîne, wate pêwîst nake em bibêjin niyet çi ye, bibêje rêkar çi ye, metodê hikûmeta Îraqê di dan û standina li gel vê dosyeyê de çawa ye, wate dosyeya meaşên Herêma Kurdistanê. Meaşên Herêma Kurdistanê ti cudahiya wan nîne li gel meaşên hemû karmendên dewleta Îraqê ji wî aliyî ve ku pêbendbûneke cîgir a hikûmetê ye ji bo dabînkirina debara welatiyan. Lê belê gelo meaşên Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke wan a teknîkî heye? Belê, pirsgirêkeke teknîkî heye ku pêwendiya wê bi hevahengî û yekxistina rêkarên dahatên nepetrolî yên Herêmê ve heye ku divê hemû dahatên dewletê biçin nav yek sindoqa federal li Wezareta Darayî ya Federal. Heta niha valahiyek heye di navbera wî mîqdarê pereyê ku Wezareta Darayî ji bo meaşên Herêmê dişîne (wate hejmar), li gel wan dahatên Herêmê yên ku hatine wergirtin û li Wezareta Darayî hatine danîn. Berdewambûna vê valahiyê dibe ku cîgîrbûna vê dosyeyê bilez neke lê belê hikûmeta Îraqê bi awayekî temam û cîgir, garantiya hemû van meaşan dike û pêbend e bi dabînkirina meaşên hemû karmendên gelê Îraqê, bi yên Herêmê ve jî.
Rûdaw: Wate ew pirsgirêkên teknîkî dê zû çareser bibin û ev pirsgirêk jî bi dawî dibe?
Heyder Ebûdî: Bê guman, peymana hevahengiya hevbeş heye ji bo jinavbirina hemû van astengiyên teknîkî.
Rûdaw: Ez hest dikim tu ji Kurdiya min fêm dikî dema ku ez pirsê ji te dikim, gelo tu zimanê Kurdî dizanî?
Heyder Ebûdî: Ez nikarim îdia bikim ku ez gelekî baş ji zimanê Kurdî fêm dikim lê belê her kesê ku bi Kurdî biaxive, ez ji rûyê wî yê Îraqî fêm dikim, ji ber wê têgihîştin ji bo min hêsan dibe.
Rûdaw: Gelekî spas, ez kêfxweş bûm.
Heyder Ebûdî: Spas ji bo te.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)