Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê ku di nav şandeya bilind a Îraqê ya Amerîkayê de ye di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de eşkere kir ku civînên wan ên bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re gelekî serkeftî bûne û gelek projeyên stratejîk ên di warên petrol, elektrîk, teknolojî û çandiniyê de hatine gotûbêjkirin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Nizar destnîşan kir ku yek ji mijarên sereke yên dan û standinên bi Trump re peydakirina rêyeke alternatîf a hinartina petrola Îraqê bûye ku tenê pişta xwe bi Tengava Hurmizê ve girê nedin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Nizar got:
"Ev peymanên di sektora petrolê de dê di paşerojê de bibin çareserî ji bo zêdekirina hinartina petrolê û gihîştina bi hejmareke mezintir."
Mistefa Nizar li ser demsala çinînê û kirîna genim ragihand ku heta niha 4 milyon û 700 hezar ton genim li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin.
Mistefa Nizar her wiha soz da ku piştî vegera wan a Bexdayê bi hevahengiya Wezareta Darayiyê û bi fermana Serokwezîr, dê mîqdareke mehane ji bo cotkaran were terxankirin da ku dawî li pirsgirêka mafên darayî were anîn û anî ziman:
"Cudahî di navbera welatiyên Herêma Kurdistanê yan jî parêzgehên din de nîne û em dê pereyan bidin hemûyan."
Wezîrê Bazirganiyê ku bi xwe di yasaya federalîzmê de pispor e, tekezî li ser parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku hevahengiyeke berdewam di navbera Bexda û Hewlêrê de heye.
Mistefa Nizar eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî naxwaze pirsgirêkan bi paş bixe û ew dixwazin hemû dosyeyên ragirtî bi awayekî ku rêz li taybetmendiya Herêma Kurdistanê were girtin çareser bikin.
Wezîrê Bazirganiyê ragihand ku ew dê Encumena Karsazên Îraqî-Amerîkî ava bikin ku hêsaniyê ji bo sermayedaran her du welatan bikin.
Wî destnîşan kir ku ew ji bo nehîştina rûtînê û elektronîkkirina hemû rêkaran dixebitin ku êdî veberhêner rûbirûyî astengiyan nebin.
Hevpeyvîna Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Nizar ê bi Diyar Kurde re:
Rûdaw: Ez dixwazim tu qala wê yekê ji min re bikî, amadebûna Wezareta Bazirganiyê ya di vê şandeyê de ji bo çi ye û we di wan civînên ku heta niha kirine de qala çi kiriye?
Mistefa Nizar: Gelekî spas ji bo vê derfeta di kanala we ya birêz Rûdawê de. Di rastiyê de Wezareta Bazirganiyê beşek bû ji wê şandeya fermî ya ku doh bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya. Eşkere ye ku hemû çalakiyên wezaretên din û nîşanderên aborî bi Wezareta Bazirganiyê ve girêdayî ne, bi rêya qebareya dan û standina bazirganî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de di demên salên borî de. Loma rola Wezareta Bazirganiyê piralî ye û diçe nav gelek hûrgiliyên di vî warî de. Di asta Wezareta Bazirganiyê de gelek pirsgirêkên me yên girîng hene, ya herî girîng pirsgirêka tevlîbûna Îraqê ya di Rêxistina Bazirganiya Cîhanî de û girîngiya wê ya di zêdekirina qebareya dan û standina bazirganî ya di navbera Îraq û welatên de ye.
Rûdaw: Hûn di civîna Koşka Spî ya li Ofîsa Oval de bi Donald Trump re beşdar bûn û Trump ji bazirganiyê û pereyan hez dike. Li pişt wan civînên ku li ber çavên medyayê hatin kirin, Donald Trump çawa qala pirsgirêka bazirganî û aboriyê ya li gel Îraqê kir? Biryar e hûn çi peymanê bi hikûmeta Amerîkayê re îmze bikin?
Mistefa Nizar: Di rastiyê de civîna li Koşka Spî civîneke erênî bû. Serok Donald Trump gelekî bi germî ev serdan pêşwazî kir û ji wê dema ku di protokolê de hatibû diyarkirin zêdetir ajot. Ev jî nîşaneya serkeftina civînê û pêşwaziya Amerîkayê ya ji bo şandeya Îraqê û Serokwezîr e. Bê guman wekî ku di dezgehên ragihandinê de jî derket, di serî de pirsgirêka petrolê û veberhênana petrolê ya li Îraqê hebû. Her wiha ew peymanên ku biryar e di 2 rojên pêş de di navbera Wezareta Petrolê û şirketên petrolê yên Amerîkayê de werin îmzekirin. Ji xeynî wê jî, peymanên bi Wezareta Elektrîkê re ku pirsgirêka enerjiyê beşeke girîng e û pêwendiya wê bi welatiyê Îraqî re heye ku zanibe dê encama vê serdanê çi be. Bê guman qala rêyên zêdekirina hinartina petrolê û tenê pişt girê nedana bi Tengava Hurmizê hat kirin, bi taybetî di vê rewşa dijwar a niha de ji bo zêdekirina şiyanên hinartinê yên Îraqê û rengvedana vê yekê ya li ser aboriya Îraqê. Loma ev peymanên di sektora petrolê de dê di paşerojê de bibin çareserî ji bo zêdekirina hinartina petrolê û gihîştina bi hejmareke mezintir ji ya ku di rewşa asayî de hebûye.
Rûdaw: Biryar e di çarçoveya serdana we de hûn çend peymanan bi şirketên Amerîkî re îmze bikin ji bo alîkariya cotkarên Îraqê di warê avdanê de û her wiha di warên din de ku alîkariya cotkarên Îraqê were kirin. Civîneke mezin jî dê di çend rojên pêş de li Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê were kirin. Herêma Kurdistanê li kû dera wan alîkariyan e ku Amerîka pêşkêşî hikûmeta Îraqê dike, bi taybetî di warê bazirganiyê de?
Mistefa Nizar: Pirsyareke gelekî girîng e. Wekî ku Serokwezîr bersiv da, Herêma Kurdistanê beşeke ku ji Îraqê nayê veqetandin û wekî endamekî yek laşî ye. Eger hûn li rojên borî binêrin, ez bi xwe çûm û min demsala kirîn û firotina genim li Herêma Kurdistanê vekir. Bi piştgiriya Xwedê em di dawiya demsala kirîn û firotinê de ne. Min demsala kirîn û firotinê li Hewlêra paytexta Herêmê û li parêzgeha Dihokê jî vekir. Loma bê guman dema em qala bipêşketinê dikin, em qala hemû Îraqê dikin ji bakur heta başûr û ji rojhilat heta rojava. Cudahî di navbera cotkarê Herêmê û cotkarê Besreyê de nîne. Piştgirî dê ji bo hemûyan be û dema em qala bipêşketinê dikin, bipêşketin dê li hemû cihên Îraqê be û cudahî li cem me di navbera welatiyê Herêmê yan welatiyê parêzgehên din de nîne.
Rûdaw: Madem cudahî di navbera welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, cotkarên Herêma Kurdistanê û Îraqê de nîne, îsal we çend berhemên genim ên Kurdistanê wergirtine û we çend ên Îraqê wergirtine bi giştî? Gelo pêwîstiya navxwe tijî dike yan ji ya ku heye zêdetir e?
Mistefa Nizar: Agahiya dawî vê sibehê gihîşt min, em gihîştine 4 milyon û 700 hezar ton genim li hemû parêzgehên Îraqê, bi Herêma Kurdistanê ve jî. Hîn demsala kirîn û firotinê li parêzgehên bakur berdewam dike, çi li Herêmê be yan li Kerkûk û parêzgeha Nînowayê be.
Rûdaw: Agahî hebû ku hejmarek welatên cîran xwestine eger genim li Îraqê zêde be ew wergirin. Gelo tiştekî bi vî rengî heye û kîjan welatî zêdetir xwesteka xwe nîşan daye ku genimê cotkarên Îraq û Herêma Kurdistanê wergire eger ji pêdiviya navxwe zêdetir be?
Mistefa Nizar: Di rastiyê de piştî ku demsala kirîn û firotinê bi dawî dibe û em mîqdara pêwîst ji bo dabînkirina arvanê gelê Îraqê diyar dikin, em deriyê hinartinê ji bo her alî û welatekî ku bixwaze genimê Îraqî bikire vedikin. Her wiha ramanek heye ji bo pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo hinardekarên genim ku ev bibe deriyek ji bo piştgiriya cotkaran.
Rûdaw: Naxwe hûn bi niyet in kengî pereyê wî genimî ji wan re bişînin? Bi taybetî yên Herêma Kurdistanê, dema ku genim werdigirin rasterast pereyan didin wan yan pişt re pereyan didin wan?
Mistefa Nizar: Piştî vegera me ya ji Washingtonê, ez bi Wezîrê Darayiyê re axivîme û bi rênimaya Serokwezîr, ev dosye gelekî girîngî pê tê dayîn. Bi serperiştî û şopandina me, mîqdareke pereyan bi piştgiriya Xwedê piştî vegera me ya ji Washingtonê ji bo Bexdayê, dê ji bo hemû parêzgehên Îraqê were xerckirin. Li wir peyman hatiye kirin û rênima hatiye dayîn ji aliyê Serokwezîr ve ku mîqdareke mehane ji bo cotkaran were terxankirin ji bo bidawîanîna pirsgirêka mafên darayî yên cotkaran. Loma bila piştrast bin, em bi hûrgilî li ser vê pirsgirêkê dişopînin, çimkî cotkar hêmayeke sereke ye di ewlehiya xwirekê de.
Rûdaw: Naxwe gava hûn vegerin, bila cotkarên Herêma Kurdistanê li benda pereyan bin?
Mistefa Nizar: Bi piştgiriya Xwedê ji bo hemû parêzgehan. Mekanîzmayek heye em dê li ser hemûyan dabeş bikin. Cudahî di navbera parêzgehên Herêmê û parêzgehên din de nîne, çimkî me genim ji hemûyan wergirtiye û em deyndarê hemûyan in, loma em dê pereyan bidin hemûyan.
Rûdaw: Gelekî baş e, ev gelekî baş e.
Mistefa Nizar: Belê bê guman, ez soz didim.
Rûdaw: Hûn çi alîkariyên din pêşkêşî cotkaran dikin? Ango li Îraqê, li Kurdistanê, Îraq niha pişta xwe zêdetir bi petrolê ve girê daye, dixwaze aboriya xwe rengîn bike. Ew krîza ku li herêmê rû dide pirsgirêkên zêde ji bo Îraqê çêdike. Hûn çawa dikin ku cotkar zêdetir werin teşwîqkirin ku berhemên wan ên çandiniyê hebin, ji pêdiviya navxwe zêdetir ji bo welatên din jî bişînin? Plana we çi ye û hûn çi alîkariyekê pêşkêşî wan dikin?
Mistefa Nizar: Pirsyareke girîng e. Di rastiyê de nêrîna me ya di pirsgirêka ewlehiya xwirekê de çend mijarên hevbeş li xwe digire. Ya yekem zêdekirina şiyana depoyên Wezareta Bazirganiyê ye bi rêya çêkirina sîlo û depoyên nû. Min di destpêka demsala kirîn û firotinê de cihek li parêzgeha Nînowayê vekir ku ji 46 depoyan pêk dihat. Vê yekê şiyana depokirina berhemê genim li vê parêzgehê zêde kir. Loma di nav nêrîna me de ji bo depokirina genim bi awayekî nimûneyî çêkirina cihên zêdetir ên depokirinê heye. Ev li aliyekî, li aliyê din, doh yek ji civînan bi yek ji şirketên pispor ên di warê avdanê de bû. Fikreke di bin lêkolînê de heye ku em amûrên avdanê bidin cotkaran li wan herêmên ku ji çem û rûbaran dûr in yan ew herêmên ku barana wan kêm e. Û şêwaza avdanê bi rêya van amûrên modern be û lêkolîn were kirin ka dê hikûmet çawa piştgiriya vî karî bike. Loma komek raman hene em pêşkêş dikin. Ji xeynî biryarên me yên di hefteyên borî de ku ji aliyê Encumena Wezaretê ya ji bo Kar û Barên Aborî ve hatin pesendkirin, me deriyê hawirdekirina gubreyê vekir ku em beşdar bin di daxistina bihayê gubreyê de li bazarên navxwe û çêkirina pêşbaziyê di navbera bazirganan de. Ev jî di dawiyê de dê di berjewendiya cotkaran de be û lêçûna gubreyê kêm dike. Ev komek rêkar in em hewl didin bi cih bikin û berî hemû van jî girîngîdayîna bi mafên darayî yên cotkaran û gihîştina bi wan e. Em hêvîdar in rewşa aborî di paşerojê de baştir bibe ku em mafên 2025 û 2026an jî bidin.
Rûdaw: Bazirganên Îraqî ji Amerîkayê berhemên wan hene ango hinek ji wan li Amerîkayê ne, Îraqiyên Amerîkî ne, Kurdên Amerîkî ne û hinek ji wan xwesteka wan heye ku werin ji Amerîkayê veberhênanê bikin. We di vê serdana xwe de qala vê mijarê kiriye? Û hûn dê çawa alîkariya wan kesan bikin ku dixwazin ji Amerîkayê veberhênanê bikin, hikûmeta Amerîkayê jî hêsaniyê ji bo wan bike û veberhênan sûdê hem bide Îraqê û hem jî bide Amerîkayê?
Mistefa Nizar: Bê guman, ragihandina damezirandina Encumena Karsazên Îraqî-Amerîkî yek ji wan rêkaran e ku em dikin ji bo bihêzkirina sermayedaran Îraqî ji bo çalakiyên wan ên bazirganî û veberhênanê yên li Amerîkayê. Di beramber de jî sermayedar û sektora taybet a Amerîkî çalakiyên xwe yên aborî û veberhênanê li Îraqê bikin. Hêviyeke me ya mezin li ser Encumena Karsazan heye ku tecrubeyeke wê ya serkeftî hebe. Em wekî aliyê Îraqî dê piştgir bin û em kar dikin ji bo nehîştina hemû astengiyan û hêsankirina rêkarên kar û yasayî yên nepêwîst, da ku rêkar hêsan bin û razîbûn bi lez temam bibin. Li Wezareta Bazirganiyê jî em kar dikin ji bo elektronîkkirina hemû rêkaran û pêwîstiya me bi dan û standina kaxezî nebe.
Rûdaw: Pirsa dawî, hûn dibêjin Kurdistan beşek e ji laşê Îraqê lê di heman demê de hûn dizanin Kurdistan herêmeke federal e ku di destûre de hatiye nivîsandin. Pirsgirêka min bi du awayan e, pêwendiya we bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandiniyê û Wezareta Bazirganiyê re çawa ye? Ev yek, ya duyan, li gel wê yekê ku gelo hûn ji bo Kurdistanê dixebitin, mafên destûrî yên Kurdistanê jî parastî ne? Gelo hûn wekî parêzgehekê miameleyê pê re nakin, hûn wekî herêmekê miameleyê pê re dikin?
Mistefa Nizar: Tu hatî ser pisporiya min a hûr. Ez di yasayê de pispor im û pisporiya min a hûr jî di federalîzmê de ye. Destûra Îraqê Herêma Kurdistanê wekî herêmeke serbixwe bi hemû desthilatên wê ve daye naskirin. Sîstema kar a li Îraqê sîstemeke federal a nenavendî ye. Loma desthilata herêm û parêzgehan heye û desthilata hevbeş û desthilata taybet bi hikûmeta federal jî heye. Dibe ku hinek pirsgirêk çêbûbin ji ber nezelaliya hinek deqên destûrî be ku bûye sedema pirsgirêka yasayî. Ez dibêjim diyaloga berdewam û hevnêrîna berdewam a li gel pisporên Hikûmeta Herêmê û nûnerên Herêmê heye. Ez di pêwendiyeke berdewam de me li gel birayên li Wezareta Bazirganiyê ya Herêmê û wezaretên din ên pêwendîdar. Bi piştgiriya Xwedê di paşerojê de dê civîna me li Bexdayê hebe ji bo destnîşankirina asteng û pirsgirêkan û pêşkêşkirina çareseriyan. Serokwezîr di civînên dawî de qala wê yekê kiriye ku ew dixwaze hemû pirsgirêkên ragirtî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bike û baweriya wî bi bipaşxistina pirsgirêkan nîne, çimkî bipaşxistin pirsgirêkan aloztir dike. Têgihîştin û arasteyek heye ji bo ku hemû pirsgirêk werin çareserkirin bi awayekî ku rêz li taybetmendiya Herêmê û desthilatên wê yên destûrî were girtin. Di demên borî de jî civînek li Encumena Wezaretê ya ji bo Kar û Barên Aborî hebû û birayên ji Herêma Kurdistanê beşdar bûn, wekî Wezîrê Darayiyê û kesayetiyên hikûmî yên Herêmê. Me li ser komek rêkaran li hev kir, ji wan yekxistina efûyên gumrikî û dahatan û hevahengiya li gel Wezareta Darayiyê. Çareserî heye û arasteya wezîrên federal ber bi bidawîanîna van pirsgirêkan ve ye bi awayekî ku zererê nede aliyan. Hikûmeta federal hemûyan li ber çavan digire û bi heman çavî li Herêma Kurdistanê û Besre û Enbar û Mûsilê dinêre. Niyeteke rastgoyane heye ji bo bidawîanîna van hemû pirsgirêkan.
Rûdaw: Ev cihê destxweşiyê ye ku hûn wekî wezîr taybetmendiya Herêma Kurdistanê wekî herêmeke federal diparêzin lê hûn cudahiyê jî nakin di navbera Herêma Kurdistanê û cihên din ên Îraqê de.
Mistefa Nizar: Bê guman birêxistina pêwendiyan ji aliyê destûr û yasayên federal ve tê kirin. Dibe ku hinek valahiyên yasayî hebin ku pêwîstiya wan bi çareseriyê hebe, çi bi biryara Encumena Wezîran an hevahengiya di navbera her du hikûmetan de be. Lê ez tekez dikim ku zimanê diyalogê dikare hemû pirsgirêkan çareser bike heger niyeteke rastgoyane hebe. Divê her alî rêzê li erk û mafên aliyê din bigire û bi vî awayî kar ber bi aliyekî erênî ve diçin.
Rûdaw: Gelekî spas cenabê Wezîr Mistefa Nizar ku tu bi me re bûyî.
Mistefa Nizar: Gelekî spas.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
