کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Birêvebirê Nexweşxaneya Dihokê Dr. Nizar Bekir / Wêne: Ji ber dîmenan

Birêvebirê Nexweşxaneya Dihokê Dr. Nizar Bekir / Wêne: Ji ber dîmenan

TENDURISTÎ

Dr. Nizar Bekir: Rewşa kulbûna perdeya mêjî li Dihokê asayî ye

Nûjîn Yûsif

Nûjîn Yûsif

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûjîn Yûsif
Nûjîn Yûsif29-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Dêrezorê felca zarokan belav dibe
TENDURISTÎ20-11-2026

Li Dêrezorê felca zarokan belav dibe

Dr. Kanî Dilawer: Kêmkirina kîloyan bêyî çavdêriya bijîşk dibe sedema kêmxwîniyê
TENDURISTÎ19-11-2026

Dr. Kanî Dilawer: Kêmkirina kîloyan bêyî çavdêriya bijîşk dibe sedema kêmxwîniyê

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan a Dihokê Dr. Nizar Bekir li ser rewşa nexweşiya kulbûna perdeya mêjî daxuyanî da.

Dr. Nizar Bekir ragihand ku hejmara nexweşan li parêzgeha Dihokê di asteke asayî de ye û ti zêdebûneke neasayî çênebûye.

Rewşa Dihokê û amarên pêketinê

Dr. Nizar Bekir tekez kir ku kulbûna perdeya mêjî nexweşiyeke metirsîdar e lê ne tiştekî nû ye û her sal tê dîtin.

Li gorî amarên ku wî dane, heta roja 29ê mehê saet 17:00an li Nexweşxaneya Hêvî ti nexweş tunin.

Wî da zanîn ku ev nayê wê wateyê ku nexweşî bi temamî tune û ji destpêka salê ve heta niha nêzîkî 70 nexweşên kulbûna perdeya mêjî û kulbûna mêjî li nexweşxaneyê hatine razandin.

Dr. Nizar Bekir diyar kir ku li seranserê cîhanê di salekê de di nava 100 hezar kesî de pêketina heta 30 mezinan û heta 150 zarokan wekî rêjeyeke asayî tê dîtin lê çi qasî kêmtir be ew qasî baştir e.

Çima zarok zêdetir pê dikevin?

Birêvebirê Nexweşxaneya Hêvî sedema zêdetir pêketina zarokan bi lawaziya sîstema bergiriya wan, tengbûna boriya bêhnê û nezanîna xweparastinê ve girê da.

Wî diyar kir ku vîrus bi rêjeya nêzîkî 10 qatan ji bakteriyan zêdetir dibin sedema vê nexweşiyê û got:

“Piraniya wan vîrusên ku dibin sedema kulbûna perdeya mêjî her ew vîrusên persîv û kuxikê ne. Lewma gava mirov xwe ji persîv û kuxikê diparêze, xwe ji kulbûna perdeya mêjî jî diparêze.”

Li ser cureyê bakterî yê nexweşiyê jî Dr. Nizar Bekir bal kişand ser sê bakteriyên sereke (H. influenza, Nîmokokal û Nayzîrya) û da zanîn ku vaksîna her sêyan jî di bernameya vaksînkirinê ya Îraqê de heye.

Dr. Nizar Bekir pesnê pêbendbûna xelkê Dihokê da û eşkere kir ku rêjeya wergirtina vaksînan li Dihokê digihîje nêzîkî ji sedî 90î.

Metirsiya sorikê li Hewlêrê û Akrê

Dr. Nizar Bekir amaje pê kir ku nexweşiya sorikê jî yek ji wan vîrusan e ku dibe sedema kulbûna mêjî û perdeya mêjî.

Wî eşkere kir ku niha rêjeya sorikê li Hewlêrê û Akrê gelekî bilind e.

Li gorî zanyariyên wî, tevî destpêkirina kampanyayên vaksînkirinê jî rêjeya li Akrê hîn di asteke bilind de ye û ji bo kontrolkirinê pêdivî bi demê heye.

Dr. Nizar Bekir diyar kir ku li Dihokê ji ber rêjeya bilind a wergirtina vaksînan, pêketina bi sorikê hema bêje tune.

Nîşaneyên nexweşiyê û têgihîştineke şaş

Birêvebirê Nexweşxaneya Hêvî bal kişand ser nîşaneyên sereke yên kulbûna perdeya mêjî û ew wiha rêz kirin:

Taya gelekî bilind

Serêşa gelekî bihêz

Kêmbûna xwarinê

Xavbûn û xewbûna zêde

Dilrabûn û verşîna berdewam

Wî zelal kir ku lerzîn û spîbûna çavên zarokan a di dema tayeke bilind de ti pêwendiya wê bi kulbûna perdeya mêjî ve nîne.

Dr. Nizar Bekir da zanîn ku ev rewş di nava civakê de wekî “di tayê de xirab bûye” tê naskirin û di zanistê de jê re “îxtilacatên herarî” tê gotin.

“Xweparastin ji çareseriyê girîngtir e”

Kulbûna perdeya mêjî dikare bibe sedema korbûn, lalbûn, guhlênebûn, seqetbûn û heta mirinê jî.

Ji ber vê yekê Dr. Nizar Bekir tekez kir ku xweparastin ji çareseriyê gelekî girîngtir e û ev şîret li dê û bavan kirin:

1- Wergirtina vaksînan: Pêbendbûna temam bi bernameya vaksînên zarokan û her wiha wergirtina vaksîna înflûenzayê.

2- Paqijî: Fêrkirina zarokan a şûştina destan ji biçûkatiyê ve.

3- Dûrketina ji dibistan û baxçeyan: Gava zarokek bi persîvê ket, divê neyê şandin dibistan an baxçeyê zarokan û birêvebir jî çavdêriya vê yekê bikin.

4- Cudakirina kel û pelan: Bikaranîna kel û pelên taybet ên xwarin, vexwarin û serşûştinê li malê.

5- Bikaranîna maskeyê: Divê zarok fêr bibin ku dema bi persîvê dikevin maskeyê bi kar bînin û di dema kuxik û bêhnijînê de dev û pozê xwe bigirin.

6- Serdana bilez a bijîşkan: Gava nîşaneyên dijwar li zarokekî derketin, divê zû serdana bijîşk bê kirin çimkî çareseriya zû gelekî hêsantir e.


Nûçeyên Têkildar

Li Dêrezorê felca zarokan belav dibe
TENDURISTÎ20-11-2026

Li Dêrezorê felca zarokan belav dibe

Dr. Kanî Dilawer: Kêmkirina kîloyan bêyî çavdêriya bijîşk dibe sedema kêmxwîniyê
TENDURISTÎ19-11-2026

Dr. Kanî Dilawer: Kêmkirina kîloyan bêyî çavdêriya bijîşk dibe sedema kêmxwîniyê

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Pirsên