London (Rûdaw) - Pisporekî Kurd ê li Brîtanyayê bandora dermanekî nû yê ji bo nexweşên krîza dil dît.
Ew pispor Dr. Selahedîn Ubêd e.
Dr. Selahedîn Ubêd li Brîtanyayê pisporê nexweşiyên dil e û wî dermanekî nû çêkiriye ku metirsiya krîza dil kêm dike.
Selahedîn Ubêd ji Rûdawê re got, “Navê dermanê me yê nû 'Cangrelor' e û ew bi lez li dijî krîza dil bandorê dike."
Bi kanyulayê tê dayîn
Li ser çawaniya bikaranîna dermanî, ew eşkere dike ku derman rê li ber krîza dil digire û bi kanyulayê didin nexweş.
Ev derman piştî ku nexweş krîza dil derbas dike, bi asprînê re tê dayîn da ku damarên wî yên xwînê nexitimin.
Bi vî awayî nexweş ducare krîza dil derbas nake û jiyana wî nakeve metirsiyê.
Bandorên metirsîdar kêm dike
Dr. Selahedîn Ubêd her wiha got, "Dermanê 'Cangrelor'ê bi asprînê re didin wan kesên ku krîza dil li wan daye û ev derman bandorên metirsîdar ên krîzê yên li ser dil kêm dike."
Wî her wiha diyar kir ku dermanê 'Cangrelor'ê jiyana nexweşên krîza dil diparêze û bi vî awayî dilê wan ranaweste.
Pisporê Kurd da zanîn ku ew niha dermanê xwe yê nû li welatên Ewropayê bi kar tînin.
Wezareta Tenduristiyê dikare dabîn bike
Dr. Ubêd di dawiyê de destnîşan kir û got, "Ji ber bandora baş a dermanê me yê nû ew li Ewropayê tê bikaranîn û Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî dikare vî dermanî bi dest bixe, çimkî niha li bazaran e û li ber dest e."


.jpg&w=3840&q=75)
