Hewlêr (Rûdaw) - Laboratiwara Cold Spring Harborê (CSHL) ya li Amerikayê li ser lêkolinekê pêwendiyek di navbera enfeksiyona di serdema ducaniyê û îşaretên otizmê de dîtiye.
Serperiştyarê lêkolînê Prof. Dr. Lucas Kiddle got:
“Ji bo em bi rastî ji otîzmê fêm bikin divê em li derveyî mêjî lê binêrin.
Xebata me nîşan dide ku tevgera sîstema dayîkê ya parastinê di nava plasantayê de ji bo hin kesan deriyeke vekirî ye ber bi otizmê ve.”
Di lêkolînê de, lêkoleran bersiva parastinê ya mişkên ducanî ya di qonaxên cuda yên ducaniyê de çalak kirin.
Cihê balê bû ku di hemû ceribandinan de, nîşanên wekî otîzmê tenê li ser nêran xuya dikir di heman demê de yên mê jî bi awayekî normal mezin dibûn.
Ev yek dikare bibe sedema ravekirinekê ku çima otîzm di nav kuran de zêdetir e?”
Kiddle û tîma wî ji bo sedemê eşkere bikin li plasantaya endama laş a ku pitik tê de mezin dibe û bi dayîkê ve girêdide nihêrîn.
Bala wan li ser şaneyên pispor ên spongiotrophoblasts bû.
Di wan pitikên nêr de ku nîşaneyên neasayî yên geşebûnê pê re hebûn, zerereke berbiçav di van şaneyên plasantayê de hat dîtin.
Ev şane alîkariya sîstema parastinê ya dayîkê dikin da ku tehemûla pitikê bikin.
Gava ev şane zererê dibînin, sîstema parastinê ya dayîkê dibe ku bi awayekî bizerer dest bi bertekan li dijî pitikê bike.



