Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên tenduristiyê yên li Wanê bangî kesên cixarekêş dikin ku ji bo tenduristiya xwe û paşeroja malbatên xwe dest ji cixareyê berdin.
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bikaranîna cixareyê de li cîhanê di rêza yekem de ne.
Her welatiyek bi awayekî navînî rojane 17,1 cixareyan dikişîne.
Yunanistan di rêza duyem de te ku welatiyên wê rojane 15,7 cixareyan dikişînin û Îsraîl jî bi 15,5 cixareyan di rêza sêyem de ye.
Japonya û Awisturya jî bi 15,4 cixareyan di rêza çarem de ne.
Li gorî amaran, sala borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyar pakêt cixare hatine firotin.
Li Wanê 6 hezar kesan serî lê da
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê navendeke berdana cixare û berhemên tûtinê heye.
Di her du salên borî de nêzîkî 6 hezar kesan ji bo berdana cixareyê serî li vê navendê da.
Ji wan, hezar û 965 kesan bi rêya bernameyên taybet û pêşniyarên pisporan dest ji cixareyê berda.
"Em dermanan bê pere didin"
Birêvebirê Tenduristiyê yê Wanê Muhammed Tosun li ser xebatên wan axivî.
Muhammed Tosun diyar kir ku ew piştgiriyeke mezin didin welatiyan û got:
“Polîklînîkên me yên berdana cixareyê bi temamî bê pere xizmetê didin xelkê.
Welatiyên me him piştgiriya derûnî him jî dermanan bi awayekî bê pere werdigirin.
Heta ku dest ji cixareyê berdidin jî ji aliyê pisporên me yên li van navendan ve tên şopandin.
Me ji bo ku bandorên cixareyê yên li ser welatiyên xwe nehêlin seferberiyeke mezin da destpêkirin.”
Pêşî tê nirxandin, piştre çareserî dest pê dike
Dema ku kesên cixarekêş serî li klînîkan didin, pêşî rewşa wan a girêdayîbûnê ji aliyê bijîşk, derûnnas û pisporan ve tê nirxandin û piştre jî çareseriya herî guncaw dest pê dike.
Bijîşkê Polîklînîka Berdana Cixareyê Turan Kiziltaş bal kişand ser zererên tenduristiyê û wiha axivî:
“Cixare û berhemên tûtinê di gelek organ û damaran de dibin sedema xitimandinê. Ev yek bi demê re rê li ber krîza dil û felcê vedike.
Her wiha dibe sedema nexweşiyên mayînde yên wekî bêhnçikîn û astimê.
Di nav faktorên ku metirsiya nexweşiya penceşêrê çêdikin de cixare di rêza yekem de ye. Bi taybetî jî sedema herî berbiçav a penceşêra pişikê bi xwe ye.”
Li Wanê li 101 navendên tenduristiyê klînîkên berdana cixare û tûtinê hatine vekirin.
Pisporên tenduristiyê bangî kesên cixarekêş dikin ku ji bo canê xwe û paşeroja malbatên xwe serî li van navendan bidin.
Her wiha welatî dikarin bê perê bi hêsanî sûdê ji derfetên klînîkan wergirin.



