Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê elektrîkê zarokeke 2 salî girt û mirina mejiyê wê çêbû.
Zaroka 2 salî bi bexşîna organên xwe ji bo 3 nexweşan bû hêviya jiyanê.
Organên wê ji bo neqilkirinê şandin nexweşxaneyên Amedê û Meletiyê.
10 rojan di beşa çavdêriya hûr de ma
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Rihayê, 7ê Çiriya Pêşîn a 2026an li Rihayê elektrîkê zarokeke 2 salî girt.
Zarok bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.
Piştî ku nêzîkî 10 rojan di beşa çavdêriya hûr de ma mixabin mirina mejiyê zarokê çêbû.
Li ser vê yekê tîmên Bexşîna Organan a nexweşxaneyê bi malbatê re hevdîtin kir.
Malbatê di nava wê êşa giran de biryareke mirovî da.
Wan qebûl kir ku organên keça xwe ji bo nexweşên din bibexşînin.
Şandin Amedê û Meletiyê
Li ser biryara malbatê, tîmên pispor di operasyoneke serkeftî de organên zarokê wergirtin.
Kezeb û gurçikeke wê ji bo neqilkirinê şandin Meletiyê.
Gurçika wê ya din jî ji bo nexweşekî li benda veguhastinê şandin Amedê.
"Ew bûn hêviya jiyanê"
Birêvebirê Tenduristiyê yê Parêzgeha Rihayê Doç. Dr. Erhan Berk li ser mijarê daxuyaniyek da û spasiya malbata dilsoz kir û got:
"Tevî êşa kûr a mirina zaroka xwe, malbata me di vê qonaxa zehmet de xwest ji bo nexweşên din bibe hêviya jiyanê."
Berk diyar kir ku ev gav gelekî watedar û hêja ye û wia pê de çû:
"Organên bexşandî yên vê zarokê dê ji bo nexweşên me yên li benda neqilkirinê şanseke nû ya jiyanê biafirînin.
Em ji ber vê helwesta wan a mînak spasiya malbata wê dikin. Em ji bo zarokê ji Xwedê rehmetê û ji bo malbatê jî sebir û sersaxiyê dixwazin."
Erhan Berk her wiha spasiya birêvebiriya nexweşxaneyê, bijîşk û karmendên tenduristiyê kir.
Wî ji ber keda wan a mezin spasiya tîmên Hevahengiya Neqilkirina Organan jî kir.
Bi hezaran nexweş li benda bexşînê ne
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, salane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 5 hezar neştergeriyên bexşîna organan tên kirin.
Her wiha sala borî 32 hezar û 936 kes li benda bexşîna organan bûn.


