Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Tetwanê ya Bedlîsê nefrolog nînin û ji ber vê yekê nexweşên gurçikan mexdûr dibin.
Li beşa diyalîzê ya nexweşxaneyê nivîn û cîhaz hene lê pirsgirêka sereke ya nexweşan nebûna bijîşkekî pispor ê gurçikan e.
Nexweşên diyalîzê ji berpirsên tenduristiyê dixwazin ku bijîşkekî nefrolog bişînin navçeya Tetwanê.
Nexweş ji ber nebûna bijîşk nikarin dermanên xwe bidin nivîsandin û ji rewşa başbûn an xerabbûna gurçikên xwe jî bêagahdar in.
Nexweşê bi navê Mehmet Emîn Tarlanê ku li nexweşxaneyê dikeve diyalîzê li ser rewşa xwe got:
“Em li Tetwana Bedlîsê nexweşên diyalîzê ne û giliyê me heye.
Li vê derê wekî mirovan ti qîmetê nadin me.
Bijîşkê me nîne, çawa dibe li cihekî ku nexweşê diyalîzê lê hebe nefrolog nebe?
Li vê derê gelek nexweş hene lê bijîşk nînin.”
“Kesekî ku li me binêre nîne”
Nexweşekî din ê bi navê Îbrahîm Kosem jî anî zimên ku ew bêxwedî mane û wiha pê de çû:
“Li vê derê kesekî ku li me binêre nîne.
Bijîşkê me nîne, di demekê de ku divê bijîşk her roj li vê derê be.
Ez ev 5 meh in li vê derê me lê min tenê carekê bijîşk li vê derê dît.
Em hemû ji vê rewşê gelekî aciz in.”
Nexweşa bi navê Menşure Avciyê jî da zanîn ku ew gelek zehmetiyan dikişînin û da zanîn:
“Em tenê bijîşkekî dixwazin.
Bila li me binêrin, gunehê me heye?
Ez ev 7 sal in dikevim diyalîzê, bijîşkekî me hebû ew jî birin.
Gotin ‘Ev nexweşên diyalîzê ne, tiştek nabe.’
Dê kî li me binêre, kesek nîne.”
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê 14 nivînên diyalîzê hene.
Nexweş li gorî giraniya nexweşiya xwe heftane 2-3 rojan bi cîhazên diyalîzê ve tên girêdan û her carê 3-4 demjimêran dimînin.


