Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Rizgariyê ya Hewlêrê ji bo ciwanekî neştergeriya danîna gunê (gunik, hêlik) çêkirî hat kirin.
Hat zanîn ku beriya neştergeriyê ciwan tenê xwediyê gunekî bû û li nexweşxaneyê gunekî din jê re hatiye çêkirin û danîn.
Li gorî gotina bijîşkê neştergeriyê, ev cara yekem e ku neştergeriyeke bi vî rengî li wê nexweşxaneyê tê kirin û ev ji bo kesên ku ji ber sedemên cuda gunên wan nînin mizgîniyek e.
Tê diyarkirin ku ev gunê çêkirî tenê ji bo bedewiyê û ti erkê wî yê biyolojîk ê ji bo hilberîna sperm û testosteronan nîne.
Dr. Mistefa Osman serpereştiya neştergeriyê kir û da zanîn ku rewşa nexweş baş e û got:
"Niha du gunên wî ciwanî hene lê tenê yek ji wan xwedî erkê biyolojîk e.
Gunê din tenê ji sîlîkon û plastîkê ye û bi avika ‘saline’yê hatiye dagirtin."


