Hewlêr (Rûdaw) - Tenê şûştina diranan ne bes e, xwarina sebzeyan, sîr û penîr di parastina pergala bakteriyên nav dev û tenduristiya giştî de roleke sereke dilîzin.
Mamosteya Zanîngeha Penn Stateyê Dr. Laura Weyrichê diyar kir ku parastina tenduristiya dev tenê bi firçe û macûna diranan nabe.
Pergala xwarinê jî di parastina hevsengiya bakteriyên nav dev de roleke sereke dilîze.
Di nav dev de 700 cureyên cuda yên bakterî, vîrus û kivarkan hene.
Lêkolînê diyar kiriye ku gelek xwarin ji bo tenduristiya dev û diranan bikêr in.
Lêkoleran pişta xwe daye pişkinîna şorikê û ev tişt eşkere kirine:
· Sebzeyên bi pel ên wekî spênax û kelemê, ji ber ku nîtrat tê de heye, alîkariya geşbûna bakteriyên bikêr dikin.
· Di sîrê de madeya alîsînê heye. Ev made li dijî bakteriyan e û rê li ber rizîna diranan digire.
· Xwarina penîr berhemanîna şorik zêde dike û asîta nav dev hevseng dike.
· Çay ji ber ku polîfenol tê de heye, rê li ber geşbûna bakteriyên bi zerer digire.
Metirsiya nexweşiyên dil û penceşêrê
Pispor hişyariyê didin ku paşguhkirina tenduristiya dev û diranan ne tenê dibe sedema rizîna diranan û pidûyan.
Ev yek metirsiya nexweşiyên dil, şekir, hinek cureyên penceşêrê û Alzheimerê jî zêde dike.
Ji bo parastina tenduristiya dev, pispor şîretan dikin ku şekir û karbohîdrat kêm werin xwarin.
Her wiha divê girîngî bi xwarinên bi giya were dayîn û ji bo berhemanîna şorikê gelek av were vexwarin.



