Hewlêr (Rûdaw) - Karmendên tenduristiyê yên li Hisîçayê daxwaza meaşên xwe yên bipaşketî dikin.
Karmendên tenduristiyê yên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê îro li ber Nexweşxaneya Niştimanî ya Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek li dar xist.
Wan di vê xwenîşandanê de daxwaza meaşên xwe yên bipaşketî kir.
Bi dehan bijîşk, perestar, karmendên îdarî û teknîsyenên anesteziyê tevlî xwenîşandanê bûn.
Karmendên tenduristiyê yên li Hisîçayê ev 3 meh in, ango ji dema tevlîbûna wan a di nava wezaretê de heta niha meaşên xwe wernegirtine.
Beşdaran xwest ku meaşên wan ên ku ev 3 meh in hatine derengxistin werin dayîn.
Xwenîşanderan gelek pankart bilind kirin.
Li ser pankartan dirûşmên wekî "Em niha meaşên xwe dixwazin, derengxistin êdî bes e", "Meaş mafê me ye, ne lutf e" û "3 meh sebir, nan di malên me de nema" hatibûn nivîsandin.
“Xizmeta me didome lê jiyana me zehmet bûye”
Teknîsyenê anesteziyê Remzî Hisên li ser navê karmendan daxuyanî xwend û ragihand ku tevî wernegirtina meaşan û giraniya jiyanê jî wan xizmeta nexweşan qut nekiriye.
Remzî Hisên diyar kir ku ew erkê xwe yê mirovî û pîşeyî bi cih tînin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû heqdestên wan ên paşketî bêyî sozên vala werin dayîn.
Karmendan destnîşan kir ku divê ev krîz careke din rû nede.
Karmendan her wiha destnîşan kir ew bi dermankirina welatiyan pêbend in lê ev yek nayê wê wateyê ku ew dê dev ji mafê xwe û mafê malbatên xwe berdin.
Wan her herî dawî got ku ew ji bo malbatên xwe jiyaneke birûmet dixwazin.



