Hewlêr (Rûdaw) - Di pêvajoya dana kîloyan de tenê reqema li ser teraziyê ne girîng e, parastina girseya masûlkeyan û kalîteya laş jî ji bo tenduristiyeke demdirêj faktorên sereke ne.
Bijîşkên pispor ên qelewî û nexweşiyên metabolîk di kovara tenduristiyê ya Medscapeyê de amaje bi wê yekê dikin ku dana bilez a kîloyan gelek caran dibe sedema windakirina masûlkeyan.
Bijîşk diyar dikin ku di dana bilez de ne tenê rûnên zererder her wiha masûlke jî dihelin.
Ji ber vê yekê, hevsengiya di navbera dana kîloyan û qalîteya pêkhateya laş de şertê serekî yê serkeftina demdirêj a li dijî qelewiyê ye.
"Ji sedî 25 heta ji sedî 35 masûlke ne"
Pisporên xwarinê diyar dikin ku dana kîloyan a bêyî werzişê zererê dide laş û dibêjin:
"Dema ku kesek bêyî werzişê û bêyî bernameyeke xwarinê ya rast kîloyan bide, ji sedî 25 heta ji sedî 35ê wan kîloyên ku ji dest dide bi rastî masûlke ne, ne rûn e."
Ev yek jî dibe sedem ku laş kêmtir kaloriyan bişewitîne û metabolîzma mirov lawaz bibe.
Pêwîstî bi werziş û proteînan heye
Bijîşk şîretan dikin ku ji bo daxistina kîloyan a bi awayekî tendurist, pêwîst e mirov li gel werzişê xwarinên bi proteîn jî bixwe da ku masûlkeyên xwe biparêze.
Her wiha bijîşk dibêjin ku divê mirov xwe ji rejîmên tund û dana bilez a kîloyan dûr bigire ji ber ku encamên wan demkî ne.
Bi gotina bijîşkan, rêya herî baş ew e ku mirov bi pisporekî re bişêwire da ku bernameyeke xwarinê ya hevseng ji xwe re deyne.



