Hewlêr (Rûdaw) – Malbata zilamekî 45 salî yê ji Kirmaşanê organên wî dan 3 nexweşan ku pêwîstiya wan bi çandina kezeb û gurçikan hebû.
Birêvebirê Encumena Bexşîna Organan a Kirmaşanê Hesen Mûradî ragihand:
"Hemîd Selîmiyê 45 salî yê ku mêjiyê wî miribû, bi razîbûna malbata wî organên wî ji bo wan nexweşan hatin bexşandin ku pêwîstiya wan pê hebû."
Hesen Mûradî da zanîn ku wan her du gurçik û kezeba Hemîd Selîmî dane 3 nexweşên ku demeke dirêj e di dora çandina organan de bûn.
Mûradî her wiha destnîşan kir ku beşên din ên laşê wî yên wekî çerm ji bo tedawiya 53 nexweşan tên bikaranîn.
Îsal li wê parêzgehê ev kesê sêyem e ku endamên laşê wî tên bexşîn.
25 hezar nexweş di lîsteyê de ne
Li gorî amarên fermî yên tenduristiyê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, niha nêzîkî 25 hezar nexweş ji bo wergirtina endamên laş di lîsteya bendewariyê de ne.
Di heman demê de salane tenê nêzîkî 800 kes endamên laşê xwe dibexşin.
Kesên ku mêjiyên wan ji kar dikevin, dikarin beşek ji endamên laşê xwe yên wekî dil, kezeb, gurçik, pankreas û pişik bibexşin wan kesên ku pêwîstiya wan pê heye.



