Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Azadiyê ya Dihokê bijîşkekî dilê zilamekî kal du caran da xebitandin û ji mirinê rizgar kir.
Kesekî 64 salî ji ber êşa sîngê bi derfetên xwe çû Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Azadiyê ya Dihokê.
Bijîşkan piştî ku nexweş dît û nîşanên wî zanîn, EKGya dilê wî kişand.
Lê di dema pişkinînê de rewşa nexweş xerabtir bû û dilê wî rawestiya.
Bijîşkan carekê şoka elektrîkê da dilê wî lê wî tenê çavên xwe vekirin û dîsa girtin.
Pişt re wan bi lez ew danî li ser sedyeyê da ku wî bibin jûreke taybet a şoka elektrîkê (DC Shock).
Tiştê ku dilsozî û dilovaniya Dr. Elend nîşan dide ew e ku di dema veguhastina nexweş de dest ji wî bernade.
Dr. Elend li ser sedeyeyê masaja dil (CPR) ji nexweş re dike da ku dilê wî dîsa bixebite.
Paşê bi temamî digihîjin jûrê û bi amûra şoka elektrîkê midaxeleyî wî dikin.
Bi vî awayî dilê nexweş cara duyem dest bi lêdanê dike.
Li gorî gotina bijîşk, dema ku wan pirs ji nexweş kir, tiştek di bîra wî de nemabû bê ka çi bi serê wî hatiye.
Pişt re bijîşkan dermanên rûnkirina xwînê dan nexweş.
Wan ew amade kir da ku wî bibin Navenda Dil a Dihokê û anjiyoyê jê re bikin.
Krîza dil ji ber pirsgirêkên malbatî ye
Dr. Elend heta ku nexweş gihîşt Navenda Dil a Dihokê bi wî re çû.
Li wir Pisporê Dil û Anjoyê Dr. Nizar Ereb anjo ji nexweş re kir.
Dr. Nizar ji Rûdawê re got, damareke dilê nexweş xitimîbû û bi anjoyê hat vekirin.
Lê belê hîn jî pêwîstiya wî bi anjoya duyem heye û ji bo vê yekê jî derman dan wî.
Kurê wî nexweşî eşkere kir ku bavê wî ji ber pirsgirêkeke malbatî hêrs bûye û ji ber vê yekê krîza dil lêdaye.
Niha rewşa wî baş e lê Dr. Nizar dibêje ku pêwîstiya wî bi anjiyoyeke din heye.
Nîşaneyên krîza dil:
· Êşa sîngê
· Êşa mil û destê çepê
· Dilsitêbûn û vereşîn
· Xwêdan û sarbûna çerm
· Bêhntengî
· Nelirêbûna lêdana dil
Saziya Dil a Amerîkayê dibêje ku dema ji malê heta kişandina EKGya dil divê 10 xulek bin.
Her wiha ji malê heta kirina anjoyê ji bo nexweşê krîza dil divê 90 xulek bin.
Sazî hişyariyê dide û dibêje, "Xulekek derengketina xebitandina dil, ji sedî 10 şansê jiyanê kêm dike."


