Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Tawanên Rêxistinkirî ya Dihokê Dr. Nesredîn Silêman got, “Em dibînin ku bazirganiya bi endamên laş hêdî hêdî zêde dibe.”
Îro bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Bazirganiya bi Mirovan, Daîreya Nehêştina Tawanên Rêxistinkirî ya Dihokê duyemîn foruma xwe ya salane li dar xist.
Forum bi dirûşma “Pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi tawanan çareser neke” hat lidarxistin.
Forum li hola konferansan a Zanîngeha Dihokê bû û di forumê de çend çalakî hatin kirin.
Di nav wan çalakiyan de nîşandana kurtevîdeoyan, pêşkêşkirina semîneran û guftûgoyên vekirî hebûn.
Gefek li ser rûmeta mirov
Berpirsê Ofîsa Tawanên Rêxistinkirî ya Dihokê Nesredîn Silêman, li ser armanca forum û dirûşma wan axivî û got:
“Em hîs dikin ku bazirganiya bi mirovan û bi taybetî jî bazirganiya bi endamên laş hêdî hêdî li bajaran dibe zêde dibe. Ev ne tenê li parêzgeha Dihokê, li ser asta hemû Îraqê jî wisa ye.”
Nesredîn Silêman bal kişand ser wê yekê ku rêjeya wê tawanê çi qasî kêm be jî ew gelekî girîng dibînin û got:
“Heke haletek bi tenê jî be li cem me gelek e. Çimkî gef e li ser rûmeta mirov û mafên wî yên bingehîn bin pê dike.”
Her wiha wî ragihand ku wan ev forum ji bo hişyarkirina civakê li dar xistiye û armanceke wan a din jî hevahengiya zêdetir a li gel aliyên pêwendîdar e.
Bazirganiya bi gurçikan a li Dihokê
Nesredîn Silêman li ser bazirganiya bi gurçikan a li parêzgeha Dihokê jî agahî dan.
Wî diyar kir ku Yasaya Bexşîn û Çandina Endamên Laş a bi hejmara 1ê ya sala 2018an a Parlamentoya Kurdistanê heye.
Li gorî gotina Silêman, Wezareta Tenduristiyê rêbazên bexşîn û çandina endamên laş diyar kirine.
Komîteyên pispor ên bijîşkî û yasayî jî çavdêriya vê pêvajoyê dikin.
Berpirsê ofîsê amarên emeliyatên çandina gurçikan ên îsal ên li Dihokê eşkere kirin û got:
“Li ser asta parêzgehên Îraqê, haletên bexşîn û çandina endamên laş herî kêm li Dihokê ne.”
Li gorî gotina Nesredîn Silêman, îsal li Dihokê bi giştî 129 emeliyat hatine kirin û ji wan emeliyatan 41 li nexweşxaneyên dewletê û 88 jî li nexweşxaneyên taybet hatine kirin.
Silêman her wiha da zanîn, bûyerên ku tohmeta bazirganiyê li ser wan e, gelekî kêm in û ev mijar di bin kontrola dezgehên ewlehiyê de ye.



