Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke li Amerîkayê destnîşan dike ku dibe pîr û kalbûna bilez a biyolojîk pêwendiya xwe bi zêdebûna rêjeya pêketina bi penceşêrê ya di temenê ciwaniyê de hebe.
Lêkolîna ku li Zanîngeha Washingtonê ya Amerîkayê hatiye kirin, eşkere dike ku ew kesên di navbera salên 1965 û 1974an de ji dayîk bûne, temenê wan ê biyolojîk (ango westiyan, pûçbûna xane û molekulên laş) li gorî yên ku di navbera salên 1950 û 1954an de ji dayîk bûne, bilindtir e.
Zanîngeha Washingtonê tekez dike, tevî ku penceşêr bi giştî wekî nexweşiya kesên pîr û kal tê dîtin jî, di 30 salên borî de pêketina bi penceşêrê di temenê ciwaniyê de zêde bûye.
Serperiştyarê lêkolînê ya li Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Washingtonê Yin Cao ragihand:
"Dibe ku hinek ciwan zûtir ji ya ku tê pêşbînîkirin bi van guherînên biyolojîk bikevin.
Dibe ku ev yek jî pêwendiya xwe bi zêdebûna rêjeya penceşêrê ya ku di nifşên ciwan de tê dîtin hebe."
Rêje ji sedî 79 zêde bûye
Tevî ku penceşêr bi giştî wekî nexweşiya kesên bi temen tê dîtin jî, di 30 salên borî de pêketina bi penceşêrê di ciwaniyê de zêde bûye.
Li gorî rapora Kovara Bijîşkiyê ya Brîtanyayê (BMJ), hejmara wan kesên ku di bin 50 saliyê de bi penceşêrê dikevin, ji sala 1990î ve di asta cîhanê de ji sedî 79 zêde bûye.



