Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro bi rêjeya zêdetir ji sedî 1ê biha bû.
Sedema vê yekê “dilgiraniyên li ser pirsgirêkên dabînkirinê” û “îhtimala ku hikûmeta Amerîkayê ji bo dagirtina rezervên stratejîk petrolê bikire” ne.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 95 sentan bilind bû û bi 62 dolar û 26 sentan tê kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 92 sentan bilind bû û bi 58 dolar û 12 sentan tê kirîn û firotin
Roja duşemê bihayê petrolê daketibû asta xwe ya herî nizm a 5 mehên dawî.
Bazirgan ji ber berfirehbûna şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û Amerîkayê de û girtina hikûmeta Amerîkayê dilgiran bûn lê îro petrol biha bû.
Tê payîn ku berdewamiya şerê Ukraynayê bibe sedema zêdebûna zexta welatên Rojavayî ya li ser hinardekirina petrola Rûsyayê.
Birêvebirê Bicihhêner ê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya X-Analysisê Mukesh Sahdev derbarê mijarê ragihand:
"Her çi qasî li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) dê sala bê qebareya petrola zêde ya li bazarê bilind bibe jî di demekî kurt de dilgiranî li ser qutbûna petrola Rûsya, Venezuela, Kolombiya û Rojhilata Navîn heye."
Analîstên Banka ANZê jî dibêjin ku bihayê petrolê îro piştgirî ji plana hikûmeta Amerîkayê ya ji bo dagirtina rezervên stratejîk ên petrolê yên wî welatî wergirtiye.



