Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zîv 25 sentan, anku ji sedî 0,49 biha bû û gihişt 52,19 dolaran.
Li gorî vê yekê, niha kîloyek zîv bi 1,677 dolaran e.
Ev bihabûn piştî wê yekê hat ku roja înê bihayê onsek zîv ji 54,35 dolaran daketibû 51,94 dolaran.
Ev yek jî piştî daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku ragihandibû baca gumrikê ya ji sedî 100 a li ser Çînê ne heta hetayê ye û ew dê bi Serokê wî welat Şi Cinping re bicive.
Bihabûna dolar jî yek ji sedemên din ên daketina bihayê zîv a roja înê bû lê zîv 9 hefte ne li pey hev biha dibe.
Aloziyên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Çînê de û li Amerîkayê pêşbîniya kêmkirina rêjeya faîzê sedemên sereke yên bihabûna dawî ya zîv bûn.
Her wiha kêmasiya di bazara zîv a Londonê de ku navendeke cîhanî ye ji bo bazirganiya zîv, berdewam dike û ev yek jî bûye sedema bihabûna zêdetir a zîv.
Ev bihabûn li gel kêmasiya berdewam a di hilberînê de hevdem e.
Zîv kanzayeke pîşesaziyê ya sereke ye û di sektorên cuda yên wekî wekî amûrên elektronîk, otomobîlên elektrîkê û enerjiya paqij de tê bikaranîn.
Zîv ji destpêka îsal ve heta niha ji sedî 80 biha bûye.
Onsa zîv roja yekem a îsal bi 29,56 dolaran bû.



