Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di yekem roja vebûna bazarên vê hefteyê de careke din 4050 dolar derbas kir û niha ons bi nêzîkî 4056 dolaran tê kirîn û firotin.
Ji ber zêdebûna şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û Amerîkayê de bihayê zêr ku pêncşem û înê-a borî daketibû bin 3950 dolarî, careke din bilind bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump wekî bersivekê ji bo sînordarkirina hinartina madenên kêmpeyda ya ji aliyê Çînê ve, biryar da ku ji destpêka meha bê ve baca gumrikê ya ji sedî 100î li ser berhemên Çînê bisepîne.
Wezareta Bazirganiyê ya Çînê yekşemê ragihand ku sînordarkirina hinardtina madenên kêmpeyda karekî rewa ye û li gorî rêgez û yasayên navneteweyî ye.
Ji bilî şerê bazirganî û zêdebûna aloziyên jeopolîtîk, pêşbîniyên li ser kêmkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve di mehên Çiriya Pêşîn û Kanûna Pêşîn de jî bihayê zêr bilindtir kiriye.



