Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zêr di bin 4 hezar dolarî de ma.
Sedema sereke ew e ku zextên enflasyonê didomin û daxuyaniyên tund ên berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed), pêşbîniyên ji bo bilindkirina faîzê ya di kanûna pêşîn de bihêztir kirine.
Piştî vekirina bazarên Asyayê, bihayê zêr daketina xwe ya mezin a roja borî domand û her onsa zêr bi 3 hezar û 980 dolarî hat kirîn û firotin.
Bazar bi temamî pêşbînî dikin ku di meha kanûna pêşîn de rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25an were bilindkirin, lê belê beşek ji veberhêneran pêşbîniya gaveke mezintir a bi rêjeya ji sedî 0,50î dikin.
Daxuyaniyên derbarê enflasyonê de
Serokê Şaxa Chicagoyê ya Banka Navendî ya Amerîkayê Austan Goolsbee rapora enflasyonê ya meha çiriya pêşîn wekî raporeke dilgiranker bi nav kir.
Di heman demê de danera siyaseta diravî Anna Paulsonê hişyarî da ku zexta bilindbûna bihayan ji ber faktorên demkî çênebûye.
Li aliyê din, faîza bendên du-salî yên Xezîneya Amerîkayê ku li hemberî guherînên siyaseta diravî ya demkurt gelekî hestiyar e, di dan û standinên her du rojên borî de bi rêjeya ji sedî 0,18 bilind bû. Bilindbûna mesrefê deynwergirtinê balkêşiya zêr kêm dike.
Pêşbîniya Banka ANZyê
Pisporên Banka ANZyê ragihand ku zêdebûna zêdetir a enflasyonê û berxwedana amarên aboriyê, pêşbîniyên ji bo helwesteke tundtir a Banka Navendî zêde kirine.
Di nav van pêşbîniyan de îhtimala bilindkirina faîza bankî ya bi rêjeya ji sedî 0,50î di meha kanûna pêşîn de jî heye.
Bankê her wiha da zanîn ku bilindbûna faîza bendan û bihêzbûna dolarê, bandoreke neyînî li ser daxwaza veberhêneran a ji bo kirîna zêr kiriye.



