Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîlê Ferset Elî Mihemed û şandeya pê re çûn Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Mêrsînê (MTSO).
Di vê serdanê de Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiye-Îraqê (TÎSÎAD) Mehmet Salîh Çelîk jî bi şandeyê re bû û ew ji aliyê Serokê Desteya Birêvebiriyê ya MTSOyê Serdar Yildizgorer ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de hat gotin ku Deriyê Xabûrê ji bo Îraqê deriyê vebûna li bazara Ewropayê ye û Deriyê Îbrahîm Xelîlê jî ji bo Tirkiyeyê deriyê sereke yê ber bi Îraq, Besra û welatên Kendavê ve ye.
Her du aliyan avêtina gavên bilez ên ji bo rakirina astengên li pêşiya bazirganiya navbera her du welatan gotûbêj kirin.
Pirsgirêka baca dualî
Birêvebirê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîlê Fersed Elî Mihemed da zanîn ku pirsgirêka baca dualî ya li ser hinardekarên Tirkiyeyê hema bêje hatiye çareserkirin.
Ev pirsgirêk ji pêvajoya lihevkirina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de derketibû holê.
Mihemed eşkere kir ku ev pirsgirêk di asteke mezin de hatiye çareserkirin û di demeke nêzîk de dê sepandina baca dualî bi temamî were rakirin.
"Em dê bibin şopînerê pirsgirêkan"
Serokê Desteya Birêvebiriyê ya MTSOyê Serdar Yildizgorer diyar kir ku ew dê bibin şopînerê her pirsgirêka burokratîk a ku bazirganiya Tirkiye û Îraqê zehmet dike.
Yildizgorer anî zimên ku bi çareseriyên zelal ên li qadên gumrik, bac û bankingê têkiliyên bazirganiyê dê gelekî bi pêş bikevin.
Serdar Yildizgorer ji bo çareserkirina bilez a pirsgirêkên li Deriyê Îbrahîm Xelîlê spasiya Fersed Elî Mihemed û tîma wî kir.


.webp&w=3840&q=75)
