Hewlêr (Rûdaw) – Pereyê krîpto yê herî mezin ê cîhanê Bitcoin ber bi bihabûnê ve diçe û îro her Bitcoinek bi 84 hezar û 460 dolaran tê kirîn û firotin.
Di 24 demjimêrên dawî de Bitcoin di navbera 83 hezar û 230 dolar û 84 hezar û 660 dolarî de bû.
Di nava hefteyekê de Bitcoin nêzîkî ji sedî 3,64an biha bûye.
Di nava du hefteyan de jî bihabûna Bitcoinê gihîştiye ji sedî 8,85an ku ev rêjeyeke berbiçav e.
Li gorî pisporên pereyên dîjîtal, ev yek nîşan dide ku pêla bihabûnê ya çend hefteyên dawî hêza xwe ji dest nedaye û bi îhtimaleke mezin Bitcoin dikare vê asta xwe ya bilind biparêze.
Di rojên bêhnvedanê yên hefteya borî de bi 27 milyar dolarî dan û standin bi Bitcoinê hatiye kirin.
Qebareya bazara Bitcoinê niha gihîştiye 1,69 trilyon dolarî.
Şîrovekarên bazara pereyên dîjîtal li ser nirxê Bitcoinê di wê baweriyê de ne ku asta 83 hezar dolarî ji bo Bitcoinê asteke girîng e û divê were şopandin ka dikare vê astê biparêze yan na.
Li gorî pisporan, eger ev yek pêk were, bi îhtimaleke mezin Bitcoinê dikare bigihêje astên 85 hezar û 86 hezar dolarî.


